Qetlîama Rojava li Stenbolê hat lanetkirin

Qetlîama Rojava li Stenbolê hat lanetkirin

Meclîsa Bajar a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) qetlîama çeteyên El Nusra ya piştgiriyê ji AKP’ê werdigirê ku duh li Rojava 70 Kurdên sivîl qetilkirin û 350 sivîl jî revandin li Qada Galatasarayê protesto kirin. Di çalakiya ku LGBTT û rêxistinên sosyalîst amade bûn de, di pêşengiya Aktîvîstê Antî-Kapîtalîst û Nivîskar Îhsan Elîaçik ji bo kesên li Rojava hatin qetilkirin nimêj hat kirin.

HDK’yiyên ku xwestin ji Qada Galatasaray ber bi Rawestgeha Tramvay a Taksîmê bimeşin rastî astengiya poîsan hatin. HDK’yiyan jî li hemberî vê helwesta kêfî çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi dirûşmayên “Her cih Rojava her cih berxwedan” bersiv dan helwesta polîsan. Girseya ku piştî daxuyaniyê bendên polîsan derbas kirin bi dirûşmayan heta Qada Taksîmê meşiyan

Di çalakiyê de Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya BDP’ê Emrullah Bîngul ku mafê axaftinê yê destpêkê wergirt wiha got,  “Kê ev qetlîam plan kiribe û li pişt vê qetlîamê kî hebe divê vê baş zanibin ku wê Şoreşa Rojava bi van qetlîaman ji holê ranebe.”

Piştî Bîngul Endamê Desteya Rêveber a HDK’ê Ender Îmrek axivî destnîşan kir ku ew wek HDK’ê dixwazin gel bi awayekî wekhev bi hev re bijîn û wiha berdewam kir:  “Bi destê komên çete yên mîna El Nusra yên navenda wan El Qaîde ye li hemberî gelê Kurd qetlîamên hovane pêk tên. Lê divê were zanîn ku bi sedê salan e gelên li ber xwe didin neketin bin esaretê. Ji niha û şûn ve jî êdî tu hêzên ku bikarin mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya Kurdan asteng bike tune ne.”

Piştî axaftina Îmrek li ser navê Meclîsa Bajar a Stenbolê ya HDK’ê Ahmed Saymadî daxuyaniya çapemeniyê da. Saymadî destnîşan kir ku çeteyên El Nusra yên girêdayî El Qaîde ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin ji bo 40 hezar Kurdên li bajarokên Til Hasil û Til Aran û gundên li derdora wan wek tehdîtekê ne û got, "Em êrîşên çeteyên El Nusra yên li hemberî gelê Kurd û gelên din bi tundî şermezar dikin. Divê dewleta Tirk tavilê dest ji piştgirîdayîna wan çeteyan berde.”

Piştî daxuyaniyê ciwanên ku bendên polîsan derbas kirin bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”,  “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin û bi meşa ber bi Qada Taksîmê ve çalakiya xwe bi dawî kirin.