Qetlîama Dîlokê bi darezandina 3 kesan ve destpê kir

Darezandina qetlîama DAIŞ’ê ya li Dîlokê ya li şeva xinayê ku têde 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, îro pêk hat. Rûniştina doza yekem a her tim bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestin Kayseriyê ji 11 girtiyan 3 hatin anîn.

Ji girtiyan Mehemet Şahîn Ergan, Abdurrahman El Najjar û Enes Kartaş anîn rûniştina yekem a 4. Dadgeha Cezayê Giran a Kayseriyê. Girtiyên din ên bi navê Mehet Çalikûşû, Ahemt Koşgeroglû, Alî Çalikûşû,Fadîle Cebael, Hacî Polat, Hasan Ûzûn, Mehmet Karakûrt û Yûnûs Sari jî bi hinceta ku wê bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bibin, beşdarî dozê nebûn. Lê ji ber pirsgirêkek bi girêdana SEGBÎS’ê re pêk hat, îfadeya bersûcan nehate girtin. Parêzerên li ser vê yekê nerazîbûn nîşan dan, heyeta dadgeyê daxwaza wan red kir, ji bo parastina bersûcên din bê kirin biryar da ku divê li salonê amade bibin.

ÎDÎAYA ÊŞKENCEYÊ

Her sê bersûcan di îfadeyên xwe yên li rûniştinê de red kirin, anîn ziman ku li emniyetê ji aliyê polîsan ve êşkence li wan hatine kirin. Bersûc Mehmet Şahîn Ergan di parstina xwe de, îfadeya xwe ya li dozgeriyê dubare kir. Ergan wiha got: “Ji ber ku min îfadeya xwe ya li emniyetê di bin şidetek fîzîkî û deronî de dabû, qebûl nakim.” Ergan anî ziman ku ti têkiliya wî bi teqînê re nîne û got: “Ji ber ku ez li gel Amhet Koşgeroglû dixebitim ji bo wê nas dikim. Mehemet Karkûrt jî ji ber heman karî dikîn ji ber wê yekê weke nav nasdikim. Ji ber ku li gel kurê Hacî Polat li gel min kar dike, Mehemt Çalikûşû weke navê kesî nasdikim. Têkiliyên wî yên bi terorê re nizanim.” Bersûc Abdurrahman El Najjar bi rêya wergêrvanekê di parastina xwe ya kirî de wiha got: “Ti eleqeya min bi rêxitina terorê ya DAIŞ’ê re nîne. Li Sûriyeyê min ti perwerdehiya ne dînî û ne jî leşkerî nedîtiye. Ji ber artêşa rejîmê û rêxistina terorê ya DAIŞ’ê reviyame û hatim Tirkiyeyê.”

RÛNIŞTIN HATE TALOQKIRIN

Bersûc Enes Karataş jî diyar kir ku îfadeya xwe ya li emniyetê di bin zextên êşkenceyê de daye. Karataş sûcdarkirina ji endamtiya rêxistinê qebûl nekir û got: “Dîroka wê baş nayê bîra min, bi wesayîtê li gel Yûnûs Sari li nava Dîlokê em geriyane. Heman rojê polîsan em girtin û ji endamtiya rêxistinê em binçavkirin. Ti eleqeya min bi rêxistina terorê re nîne. Ti eleqeya min bi teqînê û ne jî bi anîna alavên teqemeiyê re nîne.”

Heyeta dadgehê ya ku piştî parastinê biryara xwe eşkere kir, biryara domandina girtina bersûcan da. Ji bo bersûcên din jî beşdarî rûniştina dozê bibin, doz taloqî 6’ê Cotmeha 2017’an kir.