Qetilkirina Nîlufer Toprakoglu hat protestokirin

Qetilkirina Nîlufer Toprakoglu hat protestokirin

Endamên Komîsyona Platforma KESK’ê ya Amedê,qetilkirina endama Tarim-Orkam Senê Nîlufer Toprakoglu ku ji bo guherîna navnîşana xwe çibû Qeymeqamtiya Kayapinarê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin protesto kirin.

Hefteya borî roja çarşmenê endama Tarim-Orkam-Senê Nîlufer Toporakoglu (36) ji bo guherîna navnîşana xwe çibû qeymeqamtiya Kayapinarê û li ber qeymeqamtiyê ji aliyê hevserê xwe yê berê E.A ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Endamê Komîsyona Jinan a Platforma KESK’ê ya Amedê li ber Edliyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Jinan bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan Azadî’ û ‘Mêr lêdixe, dewlet diparêze’ berzkirin û her wiha dovîz hatin hildan.

 Li ber Edliyê li ser navê jinan sektera weşan-çapemeniyê ya BES’ê Dîlan Yakut daxuyanî xwend û diyar kir ku rojê  5 jin tên qetilkirin û diyar kir ku divê kuştinên jinan bikeve rojeva sereke ya hikûmet ûdewltê û wiha pê de çû: “Divê ji bo kuştinên jinan di çarçoveya qanûnî de çareserî bê dîtin. Lê mixabin serokwezîr Erdogan di her birîna mehrekê de ji malbatan dixwaze 3-5 heta 6 zarok bên çêkirin. Tabloya herî xerab jî ev e. Li ser bedena jinê ranta polîtîk didome.

Yakut da zanîn ku dewlet jinan naparêze û got: “Jinên ku ji bo parastinê serî li dewletê didin tên kuştin. Serokwezîrê ku hewedarê dagirkirina Sûriyeyê ye kuştina jinan jî rewa dibîne. Dengê xwe nake. Ev cînayetên dawî me dike nava fikaran.”

Yakut got roja çarşemê dê li ber qeymeqamtiya Kayapinarê saet di 08.00’an daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Her wiha ji bo tevlibûn danişîna E.A ya li Edliyaya Çewlîkê bêkirin bang kir. Sibê saet di 06.00’an dê ji Amedê derkevin.