Qetilkirina Elçî li Înnsbrûckê hat şermezarkirin

Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin.

Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve, protesto kirin.

Girseya gel danê êvarê saet di 18:00 de bi armancê li ber Peykerê Annasaeule civiya û ji bo bîarnîna Elçî û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt. Di çalakiyê de pankart û wêneyên ji bajarên Kurdistanê yên bi qedexeya derketina derve re ji aliyê hêzên dewletê ve hatine wêrankirin û sivîlên ji aliyê çekdarên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin hildan.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê Mahmût Mûnzûr li vir peyivî û got, "Bûyerên dawî yên li Kurdistanê diqewimin û qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve, nêrîna dewletê ya li Kurdistanê û gelê Kurd bi awayekî zelal radixe pêş çavan."

Di çalakiyê de, di şexsê Elçî de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê find hatin pêxistin.