Qenala nûçeyan Mednûçe dest bi weşanê dike
Qenala nûçeyan Mednûçe dest bi weşanê dike
Qenala nûçeyan Mednûçe dest bi weşanê dike
Qenalekî din a Tv tevlî cîhana ragehandina Kurdî bû. Qenala nûçeyan Mednûçe sibê dest bi weşana xwe a test dike.
Qenala nûçeyan Mednûçe li gel lehçeyên Kurdiya Kurmancî, Soranî, Dimilkî wê bi zimanên biyanî Tirkî, Îngilîzî û Fransî li ser uyduya Hotbird 13 weşanê bike.
Di serê her saetê de bi bernameyên aktuel û şirovan di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketinên Cîhanê wê ji temaşevanên xwe re rabigehîne û di heman demê de bernameyên weke mijarên Jinê û ekolojî li gel panelan û çandî jî hene.
Agahiyên uyduya ku televizyon li ser weşanê bike wiha ne:
Hotbird 13 (13 Derece rojhilat)
FREKANS:11642 h
SYMBOLRATE: 27500
Ji ber serlêdanên peyhev yên dewleta Tirk di doza ku li Danîmarka hatî vekirin de lîsansa hemû qenalên girêdayî Mezopotamya Brodcasting’ê hatin girtin. Qenala yekem ya nûçan a kurdan Nûçe TV neçar ma ku di 19’ê Tebaxê de dawî li weşana xwe bîne.