Qehremanî û berxwedana gerîlayan dibe pirtûk

Qehremanî û berxwedana gerîlayan dibe pirtûk

Gerîla Munzur Pîro (Veysel Gençel) diyar kir ku her roja Tevgera Azadiya Kurd bi qehremaniya gerîlayan derbas dibe û wiha got: “Her roja PKK’ê dîroke. Bê guman qehremanên ku vê dîrokê dinivîsin jî şehîdên me ne. Ji ber vê jî min xwe berpirsyar dît ku ez jiyana şehîdên me yên qehreman bigihînin gelê me û pêşeroja me.

 Gerîla Munzur di 2011’an de piştî Tevgera Azadiya Kurd ku pêvajoya Şerê Gel yê Şoreşger da destpêkirin yek ji gerîlayên ku tevli ‘operasyona şoreşger’ bûye. Munzur bi pêşveçûna Şerê Gel yê Şoreşger re bûye şahidê qehremaniya gerîlayan, bûyerên destanî û qehremaniya gerîlayan dinivîse.

Munzur diyar kir ku tiştên ku jiyaye û bîranînên hevalên xwe yên ku nas dike, dinivîse û xwe di vî warî de berpirs dibîne. Munzur diyar kir ku tiştên wî li Botanê jiyaye, ew Teşwîqê nivîsandina pirtûkê kiriye. Munzur da zanîn ku di zivistana 2011-2012’an de li qada Botanê di dema operasyonan de bi dehan gerîla bi qehremaniyek mezin têkoşîn meşandiye û jiyana xwe ji dest dane û got: “Gelek hevalên min yên ku min jiyan wan re parve kir, şehîd ketin.  Li dijî operasyonên artêşa tirk bi qehremaniyên xwe dîrok nivîsin. Pêwist bû ev qehremaniya wan bigihêje nifşê pêşerojê. Min ev wek peywir da pêş xwe û min dest bi nivîsandina pirtûkê kir.

LI CUDÎ JIYANEK NÛ

Gerîla Munzur der barê pirtûka xwe ya ku nivîsandiye wiha got: “Min pirtûka xwe ya Cudî Girava Azadî û Jiyanek Nûye ‘Li dijî Îxanetê serkeftina nû ya Qehremaniyê’ min nivîsî. Cudî ji ber ku di warê têkoşîna me de cihekî girînge min ev nav danî. Ji ber ku niha em li dîroka dinêrin, Cudî giraveke ku piştî tofaneke mezin dîsa jiyanek nû li wir hatiye destpêkirinê ye. Niha jî mîlîtanên tevgera azadiya kurd li Cudî ji bo jiyanek nû, bo jiyanek azad têkoşînê dimeşîne. Di nava vê têkoşînê de bi sedan hevalên me şehîd ketin. Ji van hevalan yek Rubar, yek Sadik û bi dehan hevalên din e. Hevalên me bû rêwiyên afrînerê jiyaneke nû.

MIN BEŞA YEKEMÎN QEDAND

Min ji 19’ê Kanûna 2012’an dest bi nivîsandina pirtûkê kir. Sedama destpêkirina min ya vê dîrokê jî eve ku, hevalên me di vê dîrokê teslimiyet qebûl nekirin û di 19’ê kanûna 2011’an de şehîd ketin. Salek şûde di heman rojê de min dest bi nivîsê kir. Min hêj neqedandiye.min beşek niha qedandiye.

JIBÎRKIRIN ÎXANETE

Munzur diyar kir ku ligel zor û zehmetiya şertên çiya pirtûkê dinivîsine û wiha pê de çû: “Ji ber şert û mercan nivîsandina pirtûkê zehmete. Ligel vê di jiyana gerîlayan de em ji peywir û jiyana gerîla berpirsin. Lê şert û merc çi dibin bila bibin, min berpirsyarî girt serxwe û ez jiyana 30 hevalên xwe yên ku di zivistanan 2011-2012’an de şehîd ketin dinivîsim. Ez jiyana wan ancax bi vî awayî wek belgeyekê ragihînim dîrokê.  Ji ber vê min xwest ez wek romanekê binivisim. Ger ez jiyana wan wek belgeyekê ragihînin ez dê girêdayê bîranîna wan bimînim. An jî ez dê hevalên xwe yên şehîd ketine jibîr bikim. Lê jibîrkirin ligel  me îxanete. Ezê bi piştgiriya hevalên xwe vê xebatên bigihinim encamê.”