Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin

Serbestiya propandayê ya ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a Tirk dabû diyarkirin û qedexeyên hilbijartinê îro dest pê kir.

Serbestiya propandayê ya ku YSK'ê ji bo hilijartina xwecih a 31'ê Adarê diyar kiribû û qedexeyên hilbijartinê îro dest pê kir.

Partiyên siyasî û namzetên serbixwe yên ku wê bikevin hilbijartinê, heta ku dema propagandaya hilbijartinê biqede, di çapemaniya nivîskî de, bi rêya îlan û reklaman, bi vekirina malperan, devkî, nivîskî û dîtbarî wê bikaribin propagandayê bikin.

Li gorî teqwîma YSK'ê serbestiya propandayê û hin qedexe yên ku îro dest pê kriin 30'ê Adarê seat 18.00'an wê biqede.