Qanûna îltîcayê ya bi nîqaş a Elmanyayê hat qebûlkirin

Qanûna îltîcayê ya bi nîqaş a Elmanyayê hat qebûlkirin

Qanûna îltîcayê ya ku ev demeke dirêje li Elmanyayê dibe sedema nîqaşan, piştî Meclîsa Federal şûnde li Meclîsa Eyaletan hat qebûlkirin. Di qanûna nû ya ku welatên Balkan xist statuya ‘welatê bi ewle’ di şert û mercên xebat û rûniştandinê ya penaberan de jî başî kir.

Li gel ku Partiya Keskan li dijî qanûnê derket jî, bi dayîna dengên nûnerên partiyên ku hikûmeta Eyaleta Baden-Württemberg  re, rê li ber nîqaşan vebû.

Qanûna  ku di meha Tîrmehê de ji aliyê Meclîsa Federal (Bundestag) hat qebûlkirin li Meclîsa eyaletê jî (Bundesrat) hat qebûlkirin. Bi piştgiriya Partiya Keskan û SDP’ê ya eyaleta Baden-Württemberg  ve hate qebûlkirin.  Xala ‘welatên bi ewle’ di vê qanûnê de jî cihê xwe girt. Li gorî vê penaberên ji Sirbîstan, Makedonya û Bosna her kesên tên dê rehetir bên dersînorkirin. Li van welatan bi taybet ji ber cudakariya li dijî Romenan koçberî tê jiyîn û kesên serî li Elmanyayê didin jî wek statuya welatiyên sêyemîn dibînin.