Qamişlo bersiv da banga seferberiyê: 462 kes tevlî YPG'ê bûn

Qamişlo bersiv da banga seferberiyê: 462 kes tevlî YPG'ê bûn

Li hember êrîşên dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li dijî Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo di nava du hefteyan de 462 kes tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn.

Piştî êrîşên dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê û YPG’ê ve banga seferberiyê hate îlankirin. Piştî banga seferberiyê rojane ciwan û endamên saziyên civakî kom bi kom tevlî YPG û YPJ’ê bûn. Li ser banga seferberiyê di nava du hefteyan de li bajarê Qamişlo ciwanên bajêr û ji saziyên civakî 462 kes tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn. Ji kesên ku tevlî bûn gelek ji wan jin in, 462 kesan piştî perwedeya leşkerî qedandin li qadên cur bi cur hatin erkdarkirin.