Qadên Newrozê yên li Akdenîzê tije bûn

Bi deh hezaran kes li Edene, Mêrsîn, Antalya û Îskenderûnê Newroz pîroz kirin.

Bi sed hezaran gelê herêma Akdenîzê yên bajarê Antalya, Mêrsîn, Edene û Dîlokê, tevî hemû astengiyên polîsan daketin qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.

EDENE

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" li Qada Şanoya Hewaya Vekirî ya Mimar Sinanê ya Edeneyê bi tevlêbûna deh hezeran Newroz pîroz kir. Di saetên serê sibê gelê Edeneyê bi alên HDP'ê herikîn Qada Newrozê û piştî di 3 nokteyên lêgerînê re derbas bûn ketin Qada Newrozê. Zilam bi Şal û şepik û jin jî bi kiras û fîstanên xwe ketin qadê û dîmenên rengîn ava kirin. Xwendekarên dibistanê ku bi cilên xwe xwestin biçin Newrozê polîsan destûr nedan wan. Li qadê pankartên "Newroz pîroz be" vekirin û bi yek dengî srûda Çerxa Şoreşê xwendin. Piştî qada Newrozê tijî bû, bi hezaran bi yek dengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Siyasetmedarên kurd ên derketin ser dikê tecrîd şermezaer kirin û piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, çalakgerên li zindanan û li derve di gireva birçîbûnê de. Siyasetmedaran xwestin tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe. Parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz û Tulay Hatîmogullari jî xwestin tecrîd bi dawî bibe û ji hikûmetê xwest zagon û hiqûqa xwe binpê neke û gavên çareseriyê bavêjin. Newroz bi starên Koma Gulê Xerzan û Koma Şitlên Azadî bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi deh hezaran welatî li Qada Tirmilê ya Akdenîza Mêrsînê kom bûn û bi coşek mezin bi dirûşmeya "Tewez em ê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. Parlamenterên HDP'ê siyasetmedarên SYKP, Partiya Şoreşger a Yekbûyî gelek hunermend tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bi hezaran welatiyên ji navçeyên Akdeniz, Toroslar, Yenişehir û Tarsûsê hatin tevî hemû astengiyên polîsan ketin qadê û Newroz Pîroz kirin. Gel bi cil û bergên xwe yên herêmî û alên HDP'ê daketi qadê û li qada Newrozê bi rengan xemilandin. Piştî bi deh hezaran qad tijî kirin bê navber bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin." Parlamenter û namzetên hevşaredariyan gel silavkirin û bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û çalakgerên di greva birçîbûnê de.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Cevdet Bagca û Şerzat, Jinawaz bi dawî bû.

ANTALYA

Rêxistina HDP'ê ya Antalya jî bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin û Tecrîdê bişkînin" bi tevhêbûna hezaran li Salona Sporê ya Taybet a Turgut Ozal ya Kepez Newroz pîroz kir. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî tev li Newrozê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê û axaftinan dest pê kir. Siyasetmedarên tev li pîrozbahiyê bûn Newroza gel pîroz kirin. Pîrozbahî bi muzîkê bi dawî bû.

ÎSKENDERUN

Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî bi dirûşmeyae "Teqez emê bi ser bikevin Tecrîdê bişkînin" li taxa Yildirımtepe ya Îskenderûnê Newroz Pîroz kir. Gel bi rêzgirtinê û pêxistina Agir, Newroz pîroz kir. Li vir siyasetmedaran axaftin kirin û piştre xwe di ser agire avêtin û Newroz pîroz kirin. Piştî govend gerandin pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.

DÎLOK

Li Dîlokê jî Newroz bi pêşengiya HDP, DBP, TJA, EMEP, KKK'ê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişkînin teqez em ê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. Bi hezaran welatî li Qada Newrozê ya Parka Otobusên Turê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Girse, piştî di 3 noktelên lêgerînê re derbas bûn, li qada Newrozê kom bûn û bê navber dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Jin jiyan azadi" berz kirin. Piştî siyasetmedar axivîn şahiya Newrozê bi starên Siya Şevê pîrozbahî bi dawî bû.