PYD, tevlî hevdîtinên NY dibe -BI DÎMEN-

Nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mistura, got ku ji bo ji krîza siyasî ya Sûriyeyê re çareseriyekê pêş bixin, dest bi hevdîtinên tevayî hêzên Sûriyeyê re kirine. PYD jî bi ekîbeke ji sê kesan tevlî hevdîtinan bibe.

Nûnerên NY rapora bi armanca çareseriya ji krîza Sûriyeyê re amade kirine bi konferanseke çapemeniyê aşkera kirin. Nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mistura, diyar kir ku krîza li Sûriyeyê her diçe kûr dibe, bi armanca çareseriyeke siyasî pêş bikeve bi tevayî hêzên Sûriyeyê re dest bi hevdîtinan kirine. PYD jî bi ekîbeke ji sê kesan tevlî hevdîtinan bibe.

Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora bi armanca çareseriya ji krîza Sûriyeyê re amade kiriye bi konferanseke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. Di civîna li Cenevre pêk hat, Nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mistura, ku daxuyanî da got ku krîza li Sûriyeyê dewam dike û pêşxistina çareseriyeke siyasî mijareke ku nikarin jê birevin.

‘PÊWÎST E CIVÎN WEK CENEVRE 3 NEYÊ FÊMKIRIN’

Staffan de Mistura diyar kir ku hevdîtinên bi hêzên muxalif re yên bên kirin pêwîst e wek Cenevre 3 neyên fêmkirin, piştî hevdîtinan wê biryara rêyeke çawa bişopînin bidin.

MUSLİM: PYD BI AWAYEKÎ FERMÎ DI HEVDÎTINÊN NY DE YE

Ligel vê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî mijarê got ku, wê bi awayekî fermî di nav hevdîtinên NY de cih bigirin. Di rojên pêşiya me têkildarî çareseriya siyasî wê bi rayedaran re hevdîtinan pêk bînin.

Muslim diyar kir ku li ser navê PYD’ê wê 3 kes tevlî hevdîtinan bibin û armanca sereke ya di hevdîtina de têkildarî tiştên li Sûriyeyê rû didin pêşxistina çareseriyeke demokratîk e.

‘TI KES NIKARE PYD’Ê LI DERVE BIHÊLE’

Muslim anî ziman ku di hevdîtinan de wê bi taybet behsa girîngiya pergala kantonal a li Rojava bikin û got: “Hin beşên tevlî hevdîtinan dibin jî girîngiya pergala kantonan a li Rojava dibînin. Li ser vî esasî em bawerin hebûna vê pergalê wê Sûriye demokratîk bike.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de got ku PYD ji destpêkê ve ji bo Sûriyeyê aligirê çareseriyeke demokratîk e û wiha axivî: “Kes nikare PYD’ê li derveyî bendeya pêk bê bihêle.”

Hat diyarkirin ku wê hevdîtinin NY roja Duşemê li Cenevre destpê bikin. Tê payîn ku hevdîtin 5-6 hefteyan bidomin. Piştî hevdîtinan rapora bê amadekirin wê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-mun bê kirin.

...