PYD: Heyet El-Tensîq rastî êrîşên pir alî tê

PYD: Heyet El-Tensîq rastî êrîşên pir alî tê

Komîteya Rêveber a PYD'ê diyar kir dema behasa civîna Cenevreyê 2 tê kirin hêzên rêjîmê û muxalefeta ku hêza xwe ji derve digirin, alîgirên aşîtiyê û çareseriya demokratîk direvînin. PYD'ê destnîşan kir ku Heyet El-Tensîq rastî êrîşên pir alî tên.

Di derbarê revandina endamê Rêveber ê Desteya Koordînasyona Niştimanî ya Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) Recai El-Nasir ku di 20'ê mijdarê li paytext Şamê hatibû revandin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, siyaseta revandin, girtin û terorê ku hêzên Rejîmê û hin aliyên muxalefetê dikin dê rewşê ber xetimandinê ve bibe, her wiha rewşa li Sûriyeyê aloztir bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi nêzîkbûna civîna Cenewre 2 re, zehmetî û tevlîheviya di helwestên hêzên herêmî û navnetewî de derdikevin dewam dikin û wiha hate domandin: "Di van rewşan de hîn Sekreterê Heyet El-Tensîq û Sekreterê Partiya Yekîtiya Îştîrakî ya Ereban a Demokratîk Recai El-Nasir ku di 20'ê mijdarê de li herêma Beramkê ya paytext Şamê tevî birêz Nasir Mereî hatibûn revandin. Piştre Merî li ser riya balafirgeha Şamê ya Navnetewî hate berdan û El-Nasir birin cehekî ne diyar."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bûyera revandina El-Nasir revandina Serokê Buroya Têkiliyan a Heyet El-Tensîq Ebdulezîz El-Xeyir û Hevalên wî Eyaş û Mahir Tehan bi bîra mirov tîne û daxuyaniyê wiha dom kir:" Heta niha hêzên rejîmê ku rêveberên Heyet El-Tensîq revandiya dibêje ku ew ne revandine."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, revandina siyasetmedar û çalakvanên siyasî yên Heyet El-Tensîq bi armanca rawestandina dengê şoreşê yê aştî xwaze ku tu carî qebûl nakin hêzên derve derbasî Sûriyeyê bikin, her wiha bi vê yekê tê xwestin ku, hemû înîsyatîfên aştiyê vala bêne derxistin.

Di derbarê êrîşan de jî ev tişt hate gotin: "Dema behsa civîna Cenewre 2 tê kirin, êrîş ji hemû aliyan ve li ser Desteya Koordînasyona Niştimanî (Heyet El-Tensîq) tên kirin. Revandina Endamên Heyet El-Tensîq di çarçoveya van êrîşan de pêk hatine."

Di daxuyaniyê de ji bo siyasetmedar Recaî El-Nasir, Ebdilezîz El-Xeyîr, Îlyas Eyaş û Mahir Tehan ên hatine revandin jî hate xwestin ku di zûtirîn dem de bên berdan û da diyarkirin ku, "Hevalên me yên siyasetmedar kesên bi rastî ji bo avakirina Sûriyeyê pêşerojê û dûrxistina wêranî û tundiya ji Sûriyeyê kar dikirin. Di vê demê de pêwîste dethildariya Sûriyeyê hemû girtiyên siyasî berde û çarenûsa hevala me Nazliye Ehmed Keçel ku di 12'ê Adara 2004'ê hatiye girtin eşker bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn PYD dê heta dawî li ser xeta xwe ya şaristandiya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a birûmet ji bo avakirina Sûryeyeke Demokratîk têbikoşe.