Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn di demek de ku krîza Sûriyeyê ketiye navbera têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, tê Enqereyê.
Beriya niha dihat payin ku Pûtîn 14ê cotmehê bê Tirkiyeyê, lê serdan hatibû taloqkirin. Pûtîn dê îro ji bo tevlî Civata Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê bibe, tê Tirkiyeyê.
Hatibû îdîakirin ku sedema taloqbûna serdana Pûtîn bo Tirkiyeyê aloziya di mijara Sûriyeyê de di navbera her du welatan de çêbibû bû.