PTT'ê nameya Demîrtaş winda kir!
Nameya ku Demîrtaş ji CPT re nivîsand hate windakirin. PTT'ê ragihand, ku ew bi aqûbeta nameyê nizanin.
Nameya ku Demîrtaş ji CPT re nivîsand hate windakirin. PTT'ê ragihand, ku ew bi aqûbeta nameyê nizanin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê, roja 15'ê Kanûna 2016'an bi rêya APS'ê nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şand. Demîrtaş di vê nameya xwe de qala rewşa parlamenterên HDP'ê yên li girtîgehên Kandira û Sîlîvriyê girtî ne, kir. Ji ber ku name negihîşt ber destê CPT, HDP kete nava hewldanan û di encamê de Sermidûriyeta PTT'ê yê Edîrneyê bi nivîseke fermî bersiv da. Di bersiva PTT'ê de hat gotin, aqûbeta nameyê nehatiye tespîtkirin û hat gotin, wê heqê şandina nameyê ji Demîrtaş re bê dayîn.
Der barê rayedarên ku rola wan di windakirina nameya Demîrtaş de heye, muameleya qanûnî hat destpêkirin.