Prz. Bayraktar: Perçeyê di serê Ethem de gule ye

Prz. Bayraktar: Perçeyê di serê Ethem de gule ye

Birayê Ethem Sarisuluk ê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û parêzerê malbatê Kazim Bayraktar diyar kirin ku, perçeyê di serê Ethem de gule ye û ev yek teqez aşkere bû.

Cenazeyê Ethem Sarisuluk ê ku di çalakiyên Parqa Gezî yên Enqere de di 1'ê hezîranê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya Keçîorenê tê sekînandin. Li ber saziyê bi sedan kes radiwestin û pankarta "Em teqez Rêheval Ethem ji bîrnakin" bi dîwarê Saziya Tiba Edlî ve daliqandin.

Birayê Sarisuluk Mustafa Sarisuluk têkildarî otopsiyê daxuyanî da û diyar kir ku, qatilê birayê wî dewlet û polîsin û wiha got: "Bila wisa bê zanîn. Otopsî niha berdewam dike. Lê ya ji serê birayê min derket gule ye." Piştî axaftina Sarisuluk girseyê slogana "Dewleta qatil dê hesabê bide" qîr kir. Parêzerê malbatê Kazim Bayraktar jî diyar kir ku, êdî teqez e ku perçeyê ji serê Ethem derket gule ye. Bayraktar anî ziman ku, wan xwast ku vê agahiya teqez bi çapemeniyê re parve bikin.

Piştî karên otopsiyê bi dawî bûn dê cenazeyê Sarisuluk bibin Cemxaneya Batikentê û sibê ji bo Sarisuluk merasîm pêk bê.