Protestoyên Geziyê didome

Protestoyên Geziyê didome

Protestoyên Parqa Geziyê duh êvarê jî li gelek bajaran berdewam kir.

Ji 5 rojan heta niha protestoyên bi şîdet pêk hatin û li Enqereyê ji aliyê KESK, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) mîtîngek pêk hat.  Polîsan êrîşê çalakiyê kir û girse bi ava şid û bombeyên gazê belav kir. Lê girseyê li nokteyên cuda çalakî pêk anîn.

Komên li Parka Kugulu û Cadye Tunali Hilmî berhev bûn, rastî êrîşa  polîsan bi ava şid û bombeyên gazê hatin. Li Kolana Kennedy jî bi hezaran kesî bersiv da polîsan. Çalakiyan heta serê sibê berdewam kir.

Li Edeneyê j îli ber navenda AKP’ê çalakî pêk hatin û di navbera çalakger û polîsan de pevçûn derket. Di dema bûyeran de gelek çalakger û polîsek birîndar bû. Hat diyar kirin ku polîsê birîndar bûye, dema daye pey çalakgeran ji pira ser xeta trenê ketiye xwarê.

Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li cadeya Cumhuriyetê hatin cem hev û barîkat danîn. Bûyer bi êrîşa polîsan mezin bûn û di bûyeran de banka û kamerayên ewlehiyê zirar dîtin.

Li Bursayê li navçeya Nîlufer  li Bulvara Fatîh Sultan Mehmet komekê çalakiya xwendina pirtûkan pêk anî. Komak ku demekê li ser peyarêyan pirtûk xwendin dirûşme berzkirin û çalakî bi dawî kirin.

Li Antalyayê jî li Qada Cumhuriyetê xwendekarên zanîngehê çalkaya xwe berdewam  kir.

Li Muglayê li Mîlat Ataparqê çalakger hatin cem hev û demekê dirûşme berzkirin.  Li Denîziyê jî çalakger li Qada Delîklîçinar hatin cem hev. Li MeletiYê j îli taxa Yeşîlyurt çalakî pêk hatin.