Di vê pêvajoyê de ku hevdîtinên li ser aştî û demokrasiyê careke din ketiye rojevê, hevşaredarên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate danîn, diyar kirin ku qeyûm destwerdaneke eşkere ya li îradeya gel e, lewma divê bêne vekişandin û dawî li bêhiqûqiyê bê anîn. Hevşaredaran gotin, divê nirxên demokratîk bêne parastin û rêveberiyên xwecihî ji aliyê nûnerên gel ên hilbijartî ve bêne meşandin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li ser pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.
'DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN'
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê girtiyên nexweş bêne berdan û dawî li pêkanînên qeyûm bêne anîn. Gulistan Sonuk diyar kir ku civak xwedî li 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' derket û ragihand ku hevdîtinên bi partiyên desthilatdar û muxalefetê re hatin kirin cihê hêviyê ne, lê ji bo pêvajo bi rengekî samîmî bi pêş ve biçe divê hin gavên şênber bêne avêtin.
Gulistan Sonuk bi bîr xist ku yek ji muxatabên vê pêvajoyê partiya li desthilatdariyê ye û got, "Di vê pêvajoyê de bernedana girtiyên nexweş û astengkirina berdana girtiyan nîşan dide ku bêhiqûqî dewam dike. Eger îradeyeke ji dil a ji bo aştiyê hebe, gava destpêkê divê berdana girtiyên nexweş û berdana wan girtiyan be ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan."
'QEYÛM DIVÊ BÊNE VEKIŞANDIN'
Gulistan Sonuk destnîşan kir ku ji bo gel karibe bi hêvî û bawerî li pêvajoya aştiyê binihêre divê desthilatdarî di vê mijarê de gavê biavêje û got, "Bi vî rengî aştiyeke ji dil û bi rûmet dikare bê avakirin. Avakirina aştî û civaka demokratîk bi desteserkirina îradeya gel nabe. Qeyûmên hatine tayînkirin divê tavilê bêne vekişandin û ev polîtîka bê terikandin."
Gulistan Sonuk got, "Weke hilbijartî em li her platformê nîşan didin ku bi îradeya gel re ne" û diyar kir ku şaredariyên bi kedeke mezin a gel hatine bidestxistin divê careke din radestî gel bêne kirin.
Di dawiya axaftina xwe de Gulistan Sonuk got, "Di vê pêvajoyê de divê axaftin li ser aştî û demokrasiyê bê kirin ne li ser qeyûman" û anî ziman ku têkoşîna wan a li dijî bêhiqûqiyê wê dewam bike.
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVE'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku gel xwedî li banga aştiyê derketiye û diyar kir ku divê dawî li pêkanînên qeyûm bê anîn û girtiyên nexweş bêne berdan.
Zeydan işaret bi dengvedana 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a li nava gel kir û got, li qadên 8'ê Adarê û Newrozê gel nîşan da ku ew xwedî li vê pêvajoyê derdikeve. Zeydan ragihand ku divê pêvajo bi cidiyetê bê nirxandin û banga gavavêtinê li desthilatdariyê kir.
Zeydan got, "Ev aştî wê azadiyê ji gelan re bîne" û diyar kir ku ji bo avakirina aştiyê divê mafê hêviyê bi cih bê anîn û girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. Zeydan anî ziman ku bi destûreke bingehîn a demokratîk, azadîparêz û pirreng hîmên pêvajoya aştiyê divê bêne danîn û got, "Em qala pêvajoyeke dîrokî dikin. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve û cidî nêzîk bibe."
'DIVÊ DAWÎ LI DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ BÊ ANÎN'
Abdullah Zeydan kiryarên qeyûm bi zimanekî tund rexne kir û got, "Qeyûm tê wateya dizî û talanê. Qeyûm ziman, nasname û hişê bajaran tine dihesibîne. Ev kiryarên antî demokratîk divê tavilê bêne terikandin. Me li Wanê di nava 10 mehan de karê hêjayî 10 salan kir. Li dijî desteserkirina îradeyê em bi gel re li qadê kar dikin. Em ê ji cihê mayî, bi gelê xwe re li qadan bin."
Zeydan herî dawî got, divê desthilatdarî polîtîkaya qeyûm biterikîne, berê xwe bide îradeya gel û nirxên demokratîk.