Prof. Fîncanci: Me hewl dan, lê têrê nekir!

Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir, ku wan hewl dan daxwazên girtiyan vebêjin û qala tecrîdê bikin, lê belê hewldana wan têrê nekiriye.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê axivî û diyar kir, her roja derbas dibe krîtîk e û rîsekeke mezin li ser tenduristiya çalakgeran heye.

Fîncanci diyar kir, tiştekî zor û zehmet e ku mirov tenê li vê pêvajoyê temaşe bikin û got, "Hûn nikarin bikevin nava hewldanekê û tenduristiya mirovan roj bi roj nebaş dibe, rîska seqetmayinê zêde dibe û mirov li pêvajoya ber bi mirinê temaşe dikin. Ev yek bi rastî jî pêvajoyeke mirovan bêçare dihêle. Di grevên birçîbûnê yên beriya niha de, bi taybetî yên beriya sala 2012'an de derfet hebûn ku doktorên serbixwe yên TTB'ê çalakiyan bişopînin. Lewma nirxandina rewşa wan mehkûman, mûayenekirina tenduristiya wan û agahdarkirina wan, rewşa bêçaretiyê kêm dikir. Me bi rengekî çalak dişopand û bi hev re têkildar bûn. Tiştekî gelekî giran e ku mirov ji neçarî bi rêya bedena xwe dengê xwe didin bihîstin. Me, yanî yên li derve diviyabû hîn bi xurtî daxwazên wan bidan ragihandin, lê belê em nebûn bersiv. Hewldanên me têrê nake ku em daxwazên mafê van mirovan vebêjin. Dema ku em qalê dikin jî weke ku em ji bîreke bê binî re biaxivin, ku deng jê nayê. Hejmara zêde ya mehkûman li gorî kapasîteyê û tecrîda li tîpên F pirsgirêkên herî mezin ên li girtîgehan e. Ev yek ne tenê tecrîdkirina Abdullah Ocalan e. Em zanin ku her mirovên li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de ne û tecrîd gelekî dijwar e. Me ji destpêkê ve hewl dan vebêjin ku tecrîd tê çi wateyê û wê rê li ber encamên çawa veke, lê belê me têrê nekir.  Di dawiyê de jî mirov neçar man bedena xwe bikin dengê xwe."

Prof. Fîncanci bal kişand ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û got, "Li hin girtîgehan vîtamînên B1 kêm tên dayin. Normal li Tirkiyeyê vîtamîna B1 a saf nîne, vîtamên B1 ên kompleks hene, lê nikarin wê jî werbigirin."

Prof. Fîncanci bal kişand ser girîngiya wergirtina vîtamîna B û destnîşan kir ku gelekî girîng e, çalakgerên ketine rojiya mirinê jî vîtamîna B werbigirin.

Fîncanci got, "Vîtamîn B pêşî li seqetbûnê digire. Ya rast, mirovên ketine rojiya mirinê naxwazin bimirin, ji xwe ev çalakî xwekuştin nîne. Dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Naxwazin bimirin an jî seqet bimînin. Dema ku guhertinek çêbû, dema ku dengê wan hate bihîstin û çalakiya wan bi dawî bû, ji bo seqet nemînin divê vîtamîna B werbigirin. Di Danezana Maltayê de ya Yekîtiya Tabîban a Dinyayê, ev rewş bi rengekî vekirî hatiye eşkerekirin: rojiya mirinê be ya jî greva birçîbûnê be, divê vîtamîna B teqez bê wergirtin."

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji bo bidawîkirina tecrîdê bal kişand ser wezîfeya dikeve ser milê mûxalîfan û got, "Divê em, hêzên mûxalîf hîn bi xurtî guh bidin dengê dayikan û yên girtiyan. Nabe ku em bi bendewariya ji îradeya siyasî tevbigerin. Em dikarin zorê bidin îradeya siyasî. Naxwe, ji xwe ew bi rengekî bêperwa tevdigerin. Timî rewşeke welê diafirînin ku mîna mirov di bin gefê de ne... Lewma divê zext li îradeya siyasî were kirin."