Prof. Dr. Çaglar: Rêbaza leşkerî çareserî nîne
Çaglar got, "Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re şandina çekan ji bo çeteyan û para Erdogan a di wehşeta rê li ber mirina 300 hezar kesî vekiriye; ev hemû sûcên şer û mirovahiyê ne."
Çaglar got, "Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re şandina çekan ji bo çeteyan û para Erdogan a di wehşeta rê li ber mirina 300 hezar kesî vekiriye; ev hemû sûcên şer û mirovahiyê ne."
Hîndkarê Zanîngeha Hîldesheîmê Prof. Dr. Gazî Çaglar got, "Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re şandina çekan ji bo çeteyan û para Erdogan a di wehşeta rê li ber mirina 300 hezar kesî vekiriye; ev hemû sûcên şer û mirovahiyê ne. Di serî de li Cizîr, Sûr û Silopiyayê wehşeta li Kurdistanê hatiye kirin, wê rojekê bikeve rojeva qada navneteweyî."
Hîndekarê Zanîngeha Hîlhesheîmê Prof. Dr. Gazî Çaglar, piştî panela 'Tirkiye ber bi ku ve diçe? Di bin siya şer, koça ji neçarî û revê de mafên mirovan' a roja Yekşemê li bajarê Elmanya Kolnê hat lidarxistin, ji ANF'ê re axivî.
Li Kurdistanê di bin navê qedexeya derketina derve de bajar tên şewitandin, xerakirin. Bi dîtina we, AKP dixwaze çi bike? Çima di şer de ewqasî israr dike?
Dewleta Tirk bi rêbaza leşkerî-polîsî dixwaze gelê Kurd û tevgera azadiyê tine bike. Bi tank û topên xwe, bi mangayên xwe yên kuştinê re bajar û navçeyan bi erdê re dike yek û di bin navê rehmê de bi rêya TOKÎ dixwaze alîgirên xwe li wê derê dewlemend bike. Em vê polîtîkaya li hemberî Kurdan tê meşandin nas dikin. Ji salên 80'yî, ji salên 90'î nas dikin. Rewşa heyî mîna şerekî total tê meşandin. Lê belê ev polîtîka çareserî nîne. Berê jî îspat bûbû ku di pirsgirêka Kurd de rêbaza leşkerî çareserî nîne. Û wê careke din îspat bibe. Li gelemperiya cîhanê, di pirsgirêkên bi vî rengî de ji aliyê leşkerî ve çareserî nehatiye dîtin. Di dawiya dawî de neçar mane li maseyê vegerin.
'DIBE KU TIRKIYE BER BI SÛRIYEBÛYÎNÊ VE BIÇE'
Rejîma AKP'ê vî şerî ji bo destûra xwe ya bingehîn û sîstema xwe ya serokatiyê ferz bike, bi tinekirina hemû hêzên demokrasiyê bi kar tîne. Lê belê divê rewşa li Kurdistanê hinekî ji aliyê navneteweyî ve jî were nirxandin. Em qada herêma ku hêzên navneteweyî jî li ser kar in, dikin. Û îro dilê vê herêmê jî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd a li çar parçeyan belav bûye. Li wê derê niha li hemû welatên derdorê paşverûtî, olperestî û wehşet zêde bûye. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurd weke keleha laîk û demokrasiyê disekine. û têkildarî vê modelan dafirîne. Ev sîstemeke ji aliyê AKP'ê ve bê qebûlkirin nîne. Eger Barzanî bûya, ji mêj ve wê qebûl bikira. Ji xwe bi hev re dixebitin. Ev qewimîn nîşan didin, ku pêkane Tirkiye veguhere rewşa Sûriyeyê. Xeteriyeke bi vî rengî heye.
Rêveçûna heyî çi ye?
Pêvajoya çareseriyê ya beriya niha jî di nav de, ez ne bawerim ku polîtîkayeke AKP'ê ya ji bo çareseriyê heye. Pêvajoya çareseriye ya beriya niha, ji pêvajoya çareseriyê wêdetir; di bin sîwana Sûnî-Îslamê de operasyona tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Ji xwe ji ber vê yekê bi awayekî veşartî, ne zelal û dûrî ji meclîsê, bi gotinên Erdogan ve girêdayî hat meşandin. Di bin navê pêvajoya çareseriyê de pêvajoyeke tesfiyeyê hat ferzkirin. Û ji xwe Erdogan ragihand wî ev pêvajo cemidandiye. Li gorî min li Tirkiyeya bi AKP'ê re, ne ji bo pirsgirêka Kurd ne jî ji bo demokratîkbûyînê gav nikarin bên avêtin.
Li pişt ewçend êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, gelo rastiya Rojava heye?
Rejîma AKP'ê, xuya ye wê bi hêsanî rê nede modeleke azadîparêz a tevgera Kurd li Kurdistana Sûriyeyê afirandiye. Lewma, ez bawerim bi vî şerî re hedefa wan a destpêkê modela Rojava ye. Dixwazin bi şewitandin, valakirin û komkujiyan re navbera modla Rojava û modela Kurdistana Tirkiyeyê vala bike, li wê derê herêmeke tampon ava bike.
Li Tirkiyeyê, xeta neteweweperest bi pêşengya AKP û MHP bi hev re tevdigere. Çima bloka demokrasî û azadiyê nikarin bi hev re tevbigerin? CHP çima xwe ji vê vedigire?
Eger CHP ji aliyê dîroka xwe ve partiyeke sosyal demokrat a xwe spartibûya çîna karker, yanî ji aliyê bingeha xwe ve partiyeke sosyal demokrat bûya, wê îro bibûya partiya destpêkê ku destê aştiyê dirêjî Kurdan dike. Lê belê CHP partiya damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye. Bi vê têgihiştinê re dimeşe. Her çend bêje ku ew alîgirê çareseriya aştiyane ye jî, nikare mesajên gelekî cidî yên polîtîk bide. Li Cizîrê dema şer bi rengekî gelekî giran dihat meşandin, dema Demîrtaş hewl dida bimeşe Cizîrê û ji aliyê polîsan ve hat sekinandin, eger Kemal Kiliçdaroglû biçûya wê derê û bi destê Demîrtaş bigirta, rakiria hewayê û bigota, 'em ê vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin', li gorî min wê rejîma AKP'ê deng winda bikira. Bloka demokrasiyê her çend hînê li Tirkiyeyê nebûbe blok jî, bi tenê ji CHP û HDP'ê pêk nayê. Derdorên sosyalîst, hawirdorparêz û Elewî hene. Ev hemû hêzên tine hatine hesaibandin, pêwîste hev nas bikin û pêwîstiya wan bi avakirina eniyeke demokrasiyê hene.