Em ji parastina bi navê 'Krîza Şaristaniyê ya Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi domdarî sernavan diweşînin.
Ocalan di vî beşê parastina xwe de derbarê arîşeyên li Cografyaya Rojhilata Navîn perspektîfan dide. Careke dî derdikeve holê ku hişyarî û pêşdîtinên Ocalan ên beriya bi salan piştrast dibin.
Nirxandinên Ocalan wiha ne:
Em ji parastina bi navê 'Krîza Şaristaniyê ya Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi domdarî sernavan diweşînin.
DI DEMÊN HÊRSBÛYÎ DE NAVÊ POLÎTÎKAYÊ ŞER E
Ji bo DYE û hevkarên wan ên bijarte li Rojhilata Navîn avanîkariya leşkerî û polîtîk tê danîn. Lê divê mirov pratîka leşkerî ji polîtîkayê cihê bike. Di rewşeke wiha de ku têkoşîneke hêrs û çekdarî heye navê polîtîkayê leşkerî-şer e. Di van rewşên wiha de diyarkerê esasî şervanî ye. Polîtîka demên wiha ku çek radiwestin, mîna xebata dûvelinga artêşê derdikeve pêşberî me. Ango berevajî formûla Clausewîtz derbasdar e. A ku şer diyar dike ne polîtîka ye, a ku polîtîkayê diyar dike şer e. Li Iraqê ev rastî pir beloq e. Li Iraqê ya ku rêya polîtîkayê -polîtîkaya nû- vedike şerê teknolojiya dawî ya DYE'yê ye. Bi ser de di hemû dîroka Mezopotamyayê de li serê rêya polîtîkayê tim şer hebûye. Şerê dawî bi dilsoziya bi rastiya dîrokî tê jiyîn. Şer dema ku bi asta kêm e, an jî dema ku bi temamî radiweste, mîna berdewama wê xebata polîtîk lezê dide xwe. Naxwe polîtîka beşê şer ê ne çekdarî ye. Dibe beşê şer ku perwerdehî, rêxistinû çalakî bêyî çêk, lê bi xwespartina ser hişmendiya li pişt wê tê rêvebirin. Bi vê maneyê DYE û hevkarên wê bi desteka leşkerî ya zêde, di serî de li Iraqê û Efganîstanê li tevahiya Rojhilata Navîn hişmendiya ''Projeya Rojhilata Navîn a Mezin' bi hîmî didin ber xwe û jinûveavakirina polîtîk rê ve dibin, diguherînin û didomînin. Di beşê beriya niha de bi rengê 3 senaryoyan me ev xebat bi qutebirî dabûn.
Li gel vê li ser hîmê parastina hêzên azadiyê yên gel û berevaniya civakê ku li dijî tehakkûmê derdikevin, pir girîng e ku mirov zelal bike bê ka bi peywireke çawa ya têkoşîna polîtîk in. Ji ber vê pênaseya xwe ya hewce û ya pêşî me kir. Me pênaseya polîtîk jî kir.
NE BI NAVENDA DEWLETÊ BÛYIN
Dema ku mirov tê ser polîtîkayê bixwe, peywira li plana pêşî ew e ku gel ji helwesta civaka komunal û helwesta demokratîk a ne bi navenda dewletî rabin û demokratîkbûnê rê ve bibin, vê geş bikin û pêş bixin. Divê mirov ne bi navenda dewletê bûyinê mîna rêgezekê bibîne. Azadiya civakî bi navenda dewletêbûyinê re di nakokiyê de ye. Xebata bi navenda dewletî encex li ser navê hêzên tehekkûmparêz dikare were kirin. Ji ber ku peywira hêzên civakî ku azadiyê li ber xwe datînin ne ew e ku bi tehakûmê re têkildar bin lê peywira wan a sereke ew e ku dijberê vê bin, tê fêhmkirin ku mîna polîtîkaya derî dewlet li demokratîzeyê hûr dibin. Em pênaseya xwe ya demokrasiyê ji demokrasiya ku mîna rûberekê ya dewleta bûrjuva ye, cihê dikin. Hê ji demokrasiya sîteyên Atîna û bi ser de ya Sumeran ve, divê mirov bi putepêdanî ji hev cihê bike ku demokrasiya rasteqîn û dewlet wê nikaribin bibin dûvelingên hev, pirbûna yekê ji van wê bibe kêmbûna ya din, xilasbûna yekê ji van wê bibe serfiraziya ya din. Demokrasiya ku DYE û hevkarên wê ferz dikin, demokrasiya bûrjuûva-feodal a derdoreke pir teng e ku xwe dispêre ser amûra leşkerî û desthilatdariyê ya zêde. Hêzên azadiya civakî jî, her çendî bi kêmanî xwe bispêrin ser hêza berevaniya civakî jî, bêhtir polîtîkaya demokratîk mîna xebata sereke dibînin. Polîtîkaya demokratîk jî, xebatên perwerdehî, rêxistinî û çalakiyê- yên polîtîk, hiqûqî, xwepêşandanên bi mebesta aborî, mîtîng, protesto, rapoerîn û şer (heke şert ferz bikin) ên hemû takekes û civakan ku tehakkûm li ser wan heye, vedihewîne. Ev xebat an xebatên rêveberiyê yên roja ne an jî xebatên jirêzê yên reformê, guherînê ne. Heke guherînên hê pêşketîtir vehewînin wê demê dibin xebatên şoreşê. Xebatên desthilatdariyê û demokrasiyê yên pergala serwer çendî geş bibin, xebata demokrasiyê ya hêzên azadiyê jî, bi wê astê di nav hev de, carinan jî bi rengê ku werin dijberê hev tê rêvebirin.
ŞAŞIYÊN ŞOREŞAN
Pir girîng e ku mirov şaşiyên ku di dîrokê de Şoreşa Ingilîz, Fransiz û Rûs kirî, dubare neke. Ev jî ew e ku divê mirov pir guhdar be ku nekeve nav bobelata ku du alî ne xebatên hev ên demokratîk înkar bikin û tine bikin, ne jî di nav hev de bihelin, nekevin nav şaşîtiya mezin a dîrokî, ku mirov dikare ji vê re, rastiya divêtî jî bibêje. Di navbeyna du demokrasiyan de hem têkilî û hem jî nakokî jî çêdibin. Ango hem dikarin di nav hev de li gel hev jî bin û dikarin werin pêşberî hev jî. Ya esasî ew e ku bi meyla înkarkirinê û tinekirinê di nav hev de nehelin û talokeya yekdestiyê çênebe. Divê mirov rêgez û şertan, rêbaz û esasên bihevrebûnê û dijberbûnê pir baş diyar bike. Yekdestîkirin li demokrasiyan tim taloke ye. Di pey re înkara demokratîk tîne. Aliyê berz ê pîtoliya (dêha) demokratîk e ku her kom li navxwe û li derve guhdarê vebijêreka demokratîk a resenî xwe be. Berevajî vê, polîtîkaya kralê fîlozof ê Eflatûnî û êzda-kralê mîtolojîk e; polîtîkaya faşîzmê, totalîtarîzmê, hîyerarşî, despotîzm û her cure dîktatoriyê ye. Di encamê de antîdemokratîzma hemû pergalên tehekkûmparêz e.
LI ROJHILATA NAVÎN RENGÊ DEMOKRASIYÊ
Bi dibêtiyeke xurt, demokrasiya ku wê li Rojhilata Navîn geş bibe wê bi rengekî têkel be. Dibe ku hem daxwazên burjuva-feodal, hem yên çînên kedkar ên civakî, koman tevî nav hev bibin. Serdema demokrasiya burjuvayê ya bi tena serê xwe bihurî ye. Jixwe ti caran bi rengê saf bi cih nehatiye. Bi tena serê xwe demokrasiya hêzên gel ê civakî jî bi cih nehatiye. Helbet, ev pênase nayê maneya ku demokrasiyên civakî-gelparêz û demokrasiya bûrjuvayê wê hîç nikaribin ji hev cihê hebin. Her koma gel demokrasiya xwe ji kûr ve dijî, divê bijî. Çendî bikaribe demokrasiya xwe biserifîne, demokrasiya hevpar a bi kom û çînên din re jî bi rengekî rêgezî û bi tecrûbeyê rê ve bibe, biguherîne û veguherîne.
Li ber ronkahiya vê dahurandinê li Rojhilata Navîn em têkiliya di navbeyna diyardeyên civakî û demokrasiyê de ji nêz ve bibînin. Me dît ku têgîna demokratîkirina dewletê ne têgîneke rast e. A rast ew e ku dewlet guhdarê demokrasiyê be. Guhdarîbûn qebûlkirina hişmendiya demokratîk, avaniya wê û bicihanîna wê ye. Mirov dikare bibêje ev rewş hêz û mezinbûna dewletê sînordar dike. Rast e. Jixwe hebûna demokrasiyê sînordarkirin û biçûkkirina dewletê ye. Li wan welatên wiha ku demokrasî bi çalakî sazkar e, dewletê bi rengê 'ewlehiya giştî' ya divêtî û bi heman wesfî , rêxistiniya li qadên kamûyê yên hevpar û sazûmankirina wê, divê ji nû ve pênaseya wê were danîn. Li ber şertên berdest ê serdemê, bi temamî ne derfetên dewleta klasîk û ne jî bi temamî derfetên rêveberiya demokratîk hene. Ji ber vê jî em dibêjin serdema me serdema bihurîna ji dewletê ber bi demokrasiyê ye. Di serdemê bihurînê de saziyên sereke yê dema bihurî û dema bê li rex hev dijîn. Mîna serdema bihurîna ji feodalîzmê ber bi kapîtalîzmê ve.
Li mesteraya Rojhilata Navîn geşedana demokrasiyê pir bereng e. Ramanên xwe, refleksên xwe hê bi temamî şiyar nebûne. Li gel bîrîkirinên kûr ên koman jî, dewleta zordar a bi hezaran salan, bi serkutkirinên bi tundrewî ev bîrîkirin di xewê re kiriye. Carcaran her çendî bi rengê peqînan, serhildêriyan xwe şanî bike jî, karakterê despotîk ên dilneşewat ê dewletê dîsa van bîrîkirina dixe bin erdê. Lê ji ber sedema ku rastiya serdemê û avaniya vê dewletê ji hîmî ve li hev nakin, bîrîkirinên demokratîk, azadî û wekheviyê şiyar dibin. Sedsala 20'an bi nîşaneyên bi geşedana vî aliyî ve tije bû. Li sedsala 21'ê jî geşedaneke ji bîrîkirinê ber bi pêkhatinê ve, bi rengekî xurt mîna dibêtiyekê diyar dibe. Cografyaya ku herî li paş mayî welatên Ereb in. Ji ber sedema ku avaniya dînî û etnîk bi ser dewletê ve tê kirin, ji ber sedema ku karakterê dewletî yê teqebeya jorîn li ser hîmê berjewendiyê bi girêdanên xurt hatiye girêdan, zorê li ser hişyarbûna refleksa demokratîk dike, zorê lê dike ku tevbigere. Hewceyî bi destwerdaneke derveyî dike.
ŞERÊ EREB Û ISRAÎLÊ ÇAWA DIKARE ÇARESER BIBE
Geşbûna Israîlê ya di hembêza Ereban de heta niha her çendî millliyetgiriya Ereb û dînîgiriya wê xurt kiribe jî êdî hatiye ber devê rêyeke wiha ku bandoreke berevajî bike. Cîhan baş jê serwext bûye ku şerê Israîl û Ereban a kronîk nema bi milliyegirî û dînîgiriyê çareser dibe. Encex bihurîna ji lîdertiya milliyetgir û dînîgiriyê, bi derketina rêberên demokratîk asêbûna berdest çareser bike. Hem şertên navxwe û hem jî derve mîna ku li Qibrisê hatî dîtin, derfetên berfireh didin ser meyla çareseriya demokratîk. Nexasim demokratîkbûna Siûdî û Misrê pir girîng tê dîtin. Dewletên din ên biçûk ên Ereban, bi rengekî ku aqil ji Iraqê girtibin, ketine rewşa ku guh bidin demokrasiyê. Ji deve raya giştî ya cîhanê, ji navxwe bîrikirina civaka komînal û helwesta demokratîk ku bi hezaran sal in têne çewisandin û ji rê têne derxistin, hatiye ber rewşa şiyarbûnê. Nayê payîn ku dewletên despotîk ên Ereb demeke dirêj li dijî vê diyardeyê li ber xwe bidin û qadê ji demokrasiyê re venekin. Navdariya kraltiyê û komarê ji hêla demokratîkbûnê ve ti giringiya xwe nîne. Herdu jî bi meyla despotîzmê ne. Ya girîng ew e ku guhdarî demokrasiyê bin û ji bo sînordarkirina dewletê û ji biçûkkirina wê re hazir bin.
BI PÎVANÊN DYE'YÊ DEMOKRASÎ
Hebûna van dewletan ên bi ser pergalên hevsenga rêçî piştî salên 1990'î zehmet bûne. Hebûna hegemonîk a DYE'yê ya li herêmê wan bêhtir bi ser statûya eyaletê ve tehf dide. Çûna ber bi demokrasiya bi pîvanên DYE'yê ve, ji bo ku bi rengê dewletî bijîn, dibêtiyeke xurt e. Domandina desthilatên blok ên ku xwe spartine ser DYE'yê û beriya niha jî Ingilstan, Fransa û Osmaniyan, demên pêş her ku çû wê nikaribin werin domandin. Jixwe Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ji ber vê divêtiyê ye. Vesazkirinên demokratîk li nav her welatî her çendî ji hev cihê jî bin wê xalên ku bi ser rengê hev de diçin jî hebin. Geşedanên hevpar ên mîna mafê mirovan, rêxistiniya civaka sivîl, hilbijartin, pirpartîtî, di çapemeniyê de cihêbûn, xurtkirina parlamentoyê, geşbûna takekesbûnê, wê rojevê dagir bikin. Mirov dikare geşdanên destûrî û yasayî jî bipê. Demokrasiya ku wê geş bibe wê ne tam bi rengê demokrasiya burjuva-feodal û ne jî bi rengê demokrasiya gel be. Dikare bi rengên wiha be ku li bara dewletê sînordar bin lê her wiha bi karîgeriya wiha jî bin ku her ku çû civakê jî vehewîne.
SÛRIYE DIBE KU BIBE IRAQ DUYAN
Li qada Erebîstanê Israîl û Sûriye mîna du hêmanên stratejîk ji hêla demokratîkbûnê ve pir girîng in. Demokrasiya têra xwe rûniştî ya Israîlê heye. Ev ji bo Israîlê ne qelsiyek e, bervajî vê, yek ji egera girîng a bihêzbûnê ye. Mirov nikare eynî tiştî ji bo Sûriyê jî bibêje. Sûriye hatiye ber devê rêyeke cidî. Heke bi reformên cidî, li ser demokartîkbûnê gavên xwe nelezîne û bi Israîlê re gelemşeyên xwe çareser neke, dibe ku were ser rewşa Iraqê. Demokratîkbûn û aştiya bi Israîlê re, bê kotekî dikare rejîma Sûriyê bîne ser guherandinê. Hebûna rewşenbîrên xurt, avaniya etnîkên cihê û mezhebî, çînên navîn û hejar, li nav demokrasiyeke hevpar dikare pêvajoyeke biber a geşedanê bîne. Rista Kurdên li Sûriyê, ne mîna Kurdên li Iraqê lê zêdetir meyldarên derfeta veguherîna demokratîkbûna lîberal in. Nêzîkatiya bihistyar a dewletê wê vê diyar bike. Li Efrîkaya Bakur Berberî jî dikarin bi risteke wiha rabin.
GEŞEDANÊN LI IRAQÊ PIR GIRÎNG IN
Iraq bernamzet e ku bêhtir bibe laboratûwara demokrasiya ya Ereban û bi ser de ya Rojhilata Navîn. Hema hema ji ber ku hemû diyardeyên etnîk, dînî, mezhebî, siyasî û sosyal di nav xwe de vedihewîne, vê xisleta wê ya laboratûwariyê zexm dike. Bi hewldanên DYE'yê û hevkarên wê, ku her diçe wê kûrtir dibin, ji jêr ve zêdebûna insîyatîvên demokrasiyê yên etnîk, mezhebî û komên sosyal, vî welatî ji bo demokrasiyê tîne ser rewşeke stratejîk. Heke dîrokeke zengîn û petrol rast were xebitandin, ji bo demokrasiyê dibe ku bibe fersend û delîveyek. Ferzkirina federaliya demokratîk a Kurdan, ji hebûna wan jî wêdetir, li herêmê dikar rê li ber encamên girîng veke. Federasyona Demokratîk a Iraqê dikare bibe prototîpa Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn, ku dema bê navê xwe zêdetir wê bide bihîstin. Ji ber vê geşedan pir girîng in. Çareyên li Iraqê dikare li hemû Rojhilata Navîn berbelav bibe.
ZIOR LI RÊÇA DEWLETÊ YA ÎRANÊ DIBE
Li Îranê demokratîkbûn her ku diçe geş dibe. Rêça xurt a dewleta klasîk her ku diçe zor lê dibe ku bi bi hevçaxê re li hev bike. Li nav gelê Îranê kelecaniya demokratîk û bîrîkirina demokratîk kûr dibe. Piştî Iraqê federaliya demokratîk ji bo Îranê jî dibe ku bibe rojev. Ji dabeşbûnê bêhtir meyla bi ser federaliyê ve ya Îranê hê xurtir e. Di rêça dewletî ya 2500 salî de jî hêmanên bi ser federalîzmê ve serwer in. Heke bîrîkirina kûr a gel bi federalîzma hevçax re bibe yek, Îran dibe ku bibe federasyona herî xurt a demokratîk a herêmê. Ji aliyekî ve wê bibe mîna Rûsyaya duyan. Li dijî zexta zêde ya DYE'yê li şûna berxwedaneke Sedamî, şemitîna bi ser federaliya demokratîk ve ji bo Îranê dibe ku bibe vebijêrkeke rastîn û mayinde. Bi asteke zêde siyasîbûna dîn bandoreke neçê li ser demokratîkbûnê dike. Karîgeriya dînî bi demê re dibe ku li mirov vegere. Çanda Îranê meyla wê bêhtir bi ser demokratîkbûnê ve ye. Rêçên berxwedanê yên dîrokî, ji Zerdeşt heta bi Mazdek, ji Babek heta bi Hesen Sebah, gelek xisletên dîrokî bêhtir ji bo çanda demokrasiyê binavaniyekê çêdikin.
Tecrûbeya muxaleftê ya pirreng a vê dema nêz, ji nexweşiyan dikare were pakkirin û demokratîzmeke lihevkir dikare were geşkirin. Teknolojiya ragihandinê dikare pêvajoyê bide lezandin. Heke rêveberî nermiya hewce nîşan bide, demokratîkbûna mîna Spanyayê ji bo Îranê jî dibe ku çêbibe.
MODÊLA PAKÎSTANÊ DIVÊ VEGUHERE
Li Pakîstanê modêla dîn hê bêhtir neçê ye. Dînîgiriya ku ji antî-Hîndûyê û eşîriyê dixwe, dewlet jî û civak jî êsîr kiriye. Lê ji ber ku DYE êdî ji desteka li dîn xwe vedikşîne û tecrûbeya Efganîstanê dibe ku tevna dînî qels bike û demokrasiyeke sekuler geş bike. Bi rengekî dîtir nema dikare heq ji Hindistanê û Îranê, ji Efganîstanê derkeve. Modêla Pakîstanê modêleke wiha ye ku bi lez divê were guherandin. Tecrûbeya Efganîstanê ji bo hemû Esyaya Navîn dikare bibe prototîpa mîna Iraqê. A ku wê herî pir zorê li Esyaya Navîn bike ku biguhere, wê tecrûbeya demokratîkbûnê ya Efganîstanê be. Demokratîkbûna Komarên Tirkî bêhtir nêzî Rûsyayê ne. Lê derdora wê dikare rê li ber geşedanên hê resen veke.
SERDEMA NÛ NIKARE RÊBAZÊN DERÎ SERDEMÊ RAGIRE
Vesazbûna polîtîk a Rojhilata Navîn ji ber hişmendiya parçebûyî û dewletan her çendî bi hêsanî nekeve ser geşedaneke mîna ya YE'yê jî, zemîna dîrokî hevparbûnê bêhtir rasyonel dike. Konferansa Îslamê ne zêde kêrhatî ye. Mirov dikare Federasyona Demokratîk a Rojhilata Naîn îdealîze bike. Ji ber sedema ku DYE û hevkarên wê demokratîkbûnê di berjewendiya xwe de dibîninin, siûda geşedanên bi vî rengî zêdetir dike. Beriya salên 1990'î hêzên ku bi esasî dihatin destekkirin hêzên despotîk bûn, serdema nû berevajî wê dike rojev. Ji ber sedema ku serdem ber bi demokrasiyê ve dişemite, wê ranegire ku herêm demeke dirêjtir bi avaniyên dewletî yên derî hevdemê were rêvebirin. Diyardeyên netew-dewletê yên 50-60 salî ku xwe dispêrên ser hevsenga Sowyet-DYE'yê, modêlên bêber û bêçareserî ne ku êdî çehvê globalîzm lê nema bar dibe. Rastiye dewletî ya ku bi qasî pergalê dikare li komên jêr ên gel jî guhdarî bike û li gorî vê bihistyarê demokrasiyê, hatî biçûkirin û sînordarkirin dibêtiyeke xurt e. Derbasbûn Rojhilata Navîn a li ser serdema şaristaniya demokratîk ji ber van egeran li ser veguherîna cîhanê jî dikare bandora xwe bike.
Hişkere ye, ev pêşdîtinên mîna berbiçavbûna dema nêz a li Rojhilata Navîn, ji hêla pergala demokratîk û komunal a gel ve ya îdeal dide; mîna utopyaya sosyalîst a hin serdeman bi îdealî dimîne. Lê îdealeke hê bêhtir rasteqîn e. A girîng ew e ku ên ku li ser doza azadî û wekheviya civakî ye, helwestên xwe yên rêgezî nekin goriyê çareseriyên -a rast neçareseriyê- bi navenda dewletî. Divê di ber tawîzan de, ku mîna sosyalîzma reel, rizgarîxwaziya netewî û demokratên sosyal kirî, dev ji vê helwesta rêgezî neqerin. Rawesta li ser demokrasiyê, ji bo kûrahî, azadî û wekheviyê rêya herî pêewle ye. Weke Lenîn gotî, pir bi derengî ketibe jî, encex bi vê nêzîkatiyê ango bi demokratîkbûna herî berfireh û bêhna fireh dikare pêk were.
Girêka kor ya ku li asta cîhanê millîyegirî bûyeî sedem, rengê wê yê herî dilneweşat li Qudsê hatiye danîn. Li ser vî bajarê pîroz bêqidoşiya milliyetgiriyê û beriya niha jî ya qebîleparêziyê heye. Lê navê wê pîrozî û selam e, tê maneya diyarê aştiyê. Di bavîtiya dînên yek xwedayî de, rista Yahûdiyê li ser çêbûna milliyeyetgiriyê jî heye. Herî pir ên ku bûne goriyên herduyan jî ew bi xwe ne. Li gel vê tecrûbeya li nav şaristaniyan jiyayî, kiriye ku Yahûdî li qadên zanista, huner û aboriyê nirxên xurt ava bikin. Ji nivîsîna pirtûkên pîroz bigirin heta bi gelek zanyarên hevdem, hunermend û berhemên wan ji nav Yahûdiyan derketine. Ji hêla madî û manewî ve bûne xwedî hêzeke mezin. Hema hema hemû îdeolojî û teoriyên sereke li ser tiliyên xwe didin lîstandin.
Ereb jî mîna komên dawî yên çolê yên Semîtîkan li paş mane. Lê ji ber sedema ku li hemû nîvgiravê berbelav bûne û li Efrîkaya Bakur berbelav bûne, bi kêmanî ji hêla cografîk ve, rê li ber zengiyeke çendanî û hêzê vekiriye. Di vê rewşê de du komên bi raçînka Semîtîk li asta cîhanê hatine pêşberî hev. Bûne goriyên dîn û millîyetgiriya ku wan afirandiye. Cinawirên ku wan afirandiye, dest bi qurpandina wan kiriye. Ev du komên ku li Rojhilata Navîn wê bikaribin hê girîngir û bi risteke baş rabin, divê li ser pîvanên şaristaniya demokratîk li hev bikin. Li şûna dabeşbûna li ser milliyetgiriyê û dînî, federasyonbûneke nerm mîna tekan rêya xilasbûnê ye. Li gel azadiya ji bo hebûnên çandî, di bin pergala aboriya bazara serbest de, federasyona Ereb- Israîlê bi maweyeke dirêj divê bernameya wê were danîn. Bi ser de, federasyon ji bo hemû Erebên ku di nav 23 dewletokan de dabeş bûne, tekane rê ye. Yekîtiya Ereb a berdest zêde ne karîger e. Federasyona Demokratîk a Israîl-Filîstanê wê zorê lê bike ku hemû Ereb li bin yek banî bigihin hev. Ji bilî hin derdorên paşverû, li ber çehvan e ku hemû herêma Rojhilata Navîn ji vê federasyonê wê kelkekê bistîne. Wiha jênerev xuya dike ku di sedsala 21'ê de têkiliyên Ereb-Israîlê wê li bin banê federasyona demokratîk çareser bibe. Tecrûbeya demokrasiyê ya Israîlê ya bi asta cîhanê li ser demokratîkkirina Ereban dikare bi risteke dîrokî rabe.
BICIHANÎNA LAÎKTIYÊ JÊNEGER E
Her wiha bicihanîna laîktiyeke ji kûr ve ku parçeyekî jêneger ê vê demokratîkbûnê ye jî jêneger e. Ziyan û paşverûtiya ku bi hezaran sal in li ser navê dîn tê kirin, êdî bi reformeke berfireh a dîn divê li paş were hiştin. Li gel reformekirina dîn serketina laîktiyê hem wê hêzê bide demokratîkbûnê û hem jî hêzê jê bistîne. Her wiha îdeolojiya milliyetgiriyê jî divê li paş bimîne. Heke îdeolojiyên li van du qadan şer tevdidin li paş bimînin, felsefeyên yekîtiyê yên azadî û dadmend ku xwe spartine ser zanistanê wê derbasdar bin. Ev hişmendiyên felsefî yên di rehekên şaristaniya demokratîk de wê xweşbînî û aştiyê bînin. Ev rewş li şûna şerê Ereb û Israîlê wê lihevkirin û yekîtiya demokratîk a Ereb-Israîlê bîne, ku ev geşedan wê bandora li ser li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bike.
LIHEVKIRINA EREBAN Û ISRAÎLÊ
Lihevkirina Ereban û Israîlê li Rojhilata Navîn di rêya aştiyê û yekîtiya demokratîk de wê bibe gaveke mezin. Antîteza şaristaniya demokratîk a Ewropayê ya ku wê ji Rojhilata Navîn xwe têr bike, bi vê lihevkirinê wê bibe xwedî hêzeke mezin û li ser cîhanê wê karîgeriyeke zincîrî bike. Serdema nû ya Rojhilata Navîn ku li ser hîmê federasyona demokratîk wê geş bibe, careke dî, şayanî dîroka xwe, ber bi pêvajoya şaristaniyê ve û ber bi senteza şaristaniya demokratîk ve wê keda herî mezin lê zêde bike. Encamên dîrokî yên lihevkirina Ereb-Israîlê bi rastî jî pir girîng in. Ev ê çareseriya nakokiyên din ên herêmê jî bide lezandin, ber bi çareseriya demokratîk ve zorê lê bike. Geşedana bi vî alî ve ya ku ji niha ve jî tê xuyakirin wê bibe xwedî xisletê serwer. Mirov nikare bipê ku pêvajoya bi şer a niha di nav lihevkirineke kûr û bêmanetiyê de dirêjtir bidome. Ne şertên xwecih û herêmî, ne şertên navnetewî nikarin zêdetir tehmûla vê rewşê bikin.
Di sedsala 21'ê de bi esasî li nav Ereban, li ser arîşeya Ereb-Israîlê û li hemû herêmê, aştiyeke li ser demokratîkbûnê, wiha xuya dike ku bi rengekî jênerev wê ji hêla aborî û siyasî ve geşbûnekê bîne. Rojhilata Navîn a ku li ser van hîman bûyî xwedî hêzê, bi asta cîhanê geşedanên şayanî dîroka xwe bizê, wê pêkan bike ku şaristaniya demokratîk ber bi sentezên nû ve li xwe bide.
GIRINGIYA ŞARISTANIYA ÎRANÊ
Qada Îranê ya şaristaniya Rojhilata Navîn ji reseniya ku ji dîrokê mayî li ber xwe dide. Rista ku li ser xeta veqetandekê ya şaristaniya Rojhilat- Rojava dijî, îro dixwaze bi tecrûbeya demokratîkkirina çanda Îslamê bijî. Ev karakterê reformgir ê qada Îranê heta bi serdema herî berê ya dîrokê diçe. A ku koledariya tund a Sumeriyan nerm kirî şaristaniya Îranî ye. Rêça Zerdeşt û rabûna Persan, bi esasî serfiraziya reformekirina koledariyê ye, li gorî serdemê serfiraziya bi rengê demokratîkirinê ye. Di şarezabûna Asyayê de rista Îranê zehf girîng e. Şaristaniya Îslama feodal ê di pêşwazîkirina pêşî de reforme kiriye. Şiîtiya Îranê reformasyona pêşî ya Îslamê ya bi aliyê başiyê ve ye. Beriya niha Manî û Mazdek xwestin ku pergala koledar a Sasaniyan reforme bikin. Babek li dijî Sinîtiya Ebasiyan, bi xisletê rêberê gel e. A ku Emewî hilweşandin bandora Îranê ye. Ên ku Ebasî nemr kirin dîsa ew bandor e ku ji Îranê hatiye. Li dijî Sînîtiya tund a Osmaniyan, li dijî paşverûriya navendî ya feodal şaristaniya Îran-Safewî bêhtir nêzî gel e, Elewîtî destekdarê wê ye.
Di reformgiriya sedsala 19'an de rista Îranê wê bidome. Şoreşa mezin a dawî a sedsela 20'an wê bibe nesîbê Îranê. Ya balkêş, ev şoreş, bi rengê şoreşa Rojhilata Navîn naşibe ku wê zû bi zû bitefe. Ji derve bandora şaristaniya demokratîk dema ku bi xisletê reformgirî yê ji dîrokî ve tê bigihe hev, jêneger xuya dike ku muxafazakariya Îslamî di bin navê Şoreşa Îslamî ya Îranê de wê bifeşkile. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya wê xwe bixwe tine bike yan jî di bi muxafazkariya Rojhilata Navîn re, ya bi navê Îslamê re hesabê xwe bibîne û zorê li vê pirsgirêkê bike ku ji hîmî ve çareser bike. Ji ber vê encamên Şoreşa Îslamî ya Îranê wiha bi hêsanî ji holê ranabin. Rewşa berdest qonaxa derbasbûnê ye. An wê di nav xwe de zêdetir muxazakar bibe, ku pir zehmet e ku girse tehemûlî vê bike, an jî, wê bikeve qonaxa encama dawî ya reformê. Ji vê jî, bi rengekî jêneger bi asta Rojhilata Navîn wê rê li ber pêla demokratîk a Îslamî veke. Çawa ku ji Roajva Israîl bi demokratîzma kapîtalîzmê zorê li feodalî û milliyetgiriya Ereb dike dike û ber bi demokratîkbûnê ve dikişîne, li Rojhilat jî Îran bi demokratîkbûna ji nav Îslamê hewl dide ku eynî fonksyinonê bidomîne.
Ji aliyekî ve feodaliya Îslamî ya bi giraniya Ereb ji du aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Mirov nikare bipê ku Îslamiya feodal û antîdemokratîk pir bidome. Ev derbasbûna Îranê wê pir nedome. Heke berê xwe bide muxafazkariyê ji hêla milliyetgirî û reformgiriya navxwe ve wê zû ji hev bifeşkile. Heke veguherîneke bi ser demokratîzebûnê ve bi ser bixe, Yekîtiya Îranê ya Federatîf a Demokratîk wê bibe yek ji modêla herî xurt ku bandorê li Rojhilata Navîn bike, Komara Îslamî ya Demokratîk a Îranê wê bibe yek ji qerasaya bihêz a demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Ev alternatîf wê bi hîmê dîrokî yê şaristaniyê ve girêdaneke qewîm deyne, bi şaristaniya demokratîk a hevçax re jî wê bikaribe pirsgirêkê bi rengekî lihevkir û aştiyane çareser bike. Di herdu rewşan de jî, antîteza bi şênberiya Îanê dikare bibe xwedî hêzê. Îran bixwe ji bo ku tim rista şaristaniyê nas kiriye, dîsa divê bi risteke hevşib rabe. Îran hem li Esyaya Navîn û hem li Kafkasyayê û hem li Rojhilata Navîn nikare bêkarîger bimîne.
Wê bixwaze ku vê jî encex bi afirandina çaresriya Îslama demokratîk a radîkal pêk bîne. Mirov dikare gotûbêj bike bê ka dikare vê bi ser bixe yan na. Di rewşe serneketinê de wê pergaleke ku her ku diçe hişk bibe derkeve holê û dawiya vê jî wê parçebûn be. Lê mirov nikare bipê ku milliyetgirî ji hîmî ve parçe bike. Di çarenivîsa Îranê de yekîtiya demokratîk a federatîf a hevçax mîna alternatîfeke dî xuya dike. Heke Îrana demokratîk pêk neyê, bi maweya dirêj ya ku wê pek were, Federasyona Demokratîk a Îranê ye ku hewceyî bi rûbera hevçax û dînî nabîne. Bi maweya dirêj ev vebijêrek dibêtiyeke xurt e.
Îrana ji tevahiya dîroka xwe ve bi rengê federasyonê ye. Hê jî li ser çar eyaletan dabeşbûyî ye. Ji ber vê Îran dibe ku li Rojhilata Navîn bibe yek ji wan welatê peşî ku derbasî federasyonê bûye. A rast federasyona ku ji niha ve tê jiyîn, dikare bêhtir zelal bibe û bibe destûrî.
Di sedsala 21'ê de mirov dikare bi rehetî bibêje ku ji geşedanên li Rojhilata Navîn geşedanên li Îranê wê risteke diyarker rabin. Di antîtezê de ya ku Rojhilata Navîn li dijî şaristaniya Ewropî wê ava bike, Îran mîna enîşka mezin a sêyan e. Heke ya pêşî Israîl û ya duyan Ereb bin, hem ji hêla dîrokî û hem ji hêla cografîk ve û hem ji hêla serbûbinbûna ya rojane ve jêneger e ku ya sêyan bibe Îran. Giraniya antîteza Rojhilata Naavîn ku bi Îranê re wê bi dest ve bîne wê bibe xwedî hêzeke mezin. Israîl vê antîtezê li hemû şaristaniya Rojava wê temsîl bike, Ereb li parzemîna Erebîstan û Efrîkayê û Îran jî li parzemîna Asyayê wê temsîla vê bike. Di Rojhilata Navîn a sedsala 21'ê de, antîteza ku wê li çepa şaristaniya demokatîk rûne, di zayina senteza nû ya şaristaniyê de ya şayanî dîrokê, bi şênberiya Îranê wê bibe xwedî hêzeke berzayinî, rengîn, di hêviya şaristaniya nû ya mirovahiyê de wê keda dîrokê bi cih bîne û rê li ber gavên serkeftî yê pratîka xwe veke.
POZÎSYON Û RISTA KURDAN
Hem ji geşedanên niha û hem ji hêla dîrokî ve baş tê fêhmkirin di dîroka şaristaniyê ya Rojhilata Navîn de pozîsyone Kurdan û Kurdistanê pozîsyoneke resen e û ji bo ku pêvajo rast werin fêhmkirin divê rista vê civakê baş were pênasekirin. Ji ber cografyaya ku lê bi cih bûye û ji ber sedema çanda nebat û ajalan mîsoger e ku Kurdistan e ya ku cara pêşî bûye dergûşa serdema neolîtîk. Kurdistan ew qad e ku şoreşa çandinî û gund lê çêbûye. Bermahiyên arkeolojîk diçespînin ku xwedî çandeke xwecih e heta bi 11 hezar sal Beriya Mîladê ve diçeû dîrokeke ji vê dêrîntir li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Binavkirina gelê ku serdema neolîtîk ava kirî em deyndarî jêderên Sûmerî ne.
Di roja berdest de Kurd bi rengê gelê herî çewisandî yê li Rojhilata Navîn hewl didin ku xwe ragirin. Pir parçebûn û pergala feodal û êlî, hem sedem û hem jî encama li paşmanê ye. Kir û nekirine xwe ji van dorpêçên navxwe û derve rizgar nekirine. Hem dîn û hem jî îdeolojiyên milliyetgiriyê mîna neteweyên cîran li ser geşedana wan a siyasî nebûne xwedî risteke pozîtîf. Dînê Îslamê û Milliyetgirî Ereb, Fars û Tirk ji hêla milliyet û neteweyê ve xurt kirine, kirine dewlet lê di asîmlîkiein û çewisandina wan de bûye xwedî rola sereke. Kurdan ne Îslama feodal û ne jî îdeolojiya milliyetgir a kapîtalîst ji bo xwe kirine rêhbereke millî, ceribandinên ku hatine kirin jî marjînal mane. Mîna gelekî hejar jiyaye û bi wê pozîsyonê ne ku şaristaniyê herî pir îxanet li wan kiriye. Qelsiya ji aliyê millî û sosyal ve tim ji nirxên feodal û êlparêziyê xwe xwedî kiriye. Nikarin hilperikin ser statûya millî û sosyal.
Ev pênaseyên kurt ji hêla dîrokî û rojane ve derdixîne holê ku tekane çareya Kurdan demokratîkbûn e. Bi giştî êdî li paş mane dîn û milliyetgiriyê, bilez feşkilîna êlparêzî û feodalîzmê, diyardeyên sereke ne ku siûda rizgariya demokratîk a Kurdan zêde dike. Krîterên şaristaniya demokratîk ku bi asta cîhanê geş dibin zêdetir bandorê li vê pêvajoyê dikin. Bêgavhiştina Iraqê ya ji hêla cîhanê ve ya ber bi demokratîkbûnê ve, Îslamgiriya demokratîk a Îranê, veguherîna demokratîk a hevçax a Tİrkiyê wê derfetê dide ku xeleka li dora wan ne bi dijberî lê bi berjewendiya wan bi rola xwe bilîzin. Ev hemû veguherînin navxwe û derve yên girîing cara pêşî derfetê die ku Kurd bi krîterên demorkasiyê çareyê ji bo problemên xwe bibînin. Her wiha ew jî ji bo cîranên xwe ne hêmana raperîn û parçebûnê, li ser hîmê demokratîkbûnê hatine rewşa garantiya yekîtiya qeyîm. Pêvajoya diyalektîk ji bo herdu beşan her ku ber bi demokratîkbûnê ve lezand, jêneger e ku pirsgirêka Kurd bikeve ser rêya çareseriyê. Ev rê jî ne rêya raperîn û parçebûnê, berevajî rêya aştiyê û lihevkirina demokratîk e. Di dîrokê de cara pêşî ye bûye wê siûda ku li gel gelên ku bi hev re dijîn, di gavên demokratîkbûnê de bi hev re bimeşin û bi ser bikevin.
Dîrokê di vê serdema de risteke bêhempa li Kurdan bar kiriye. Hebûna li nav sînorên parçebûyî bûye rewşeke avantajê. Neketine ber rewşa civaka ku ji hêla milliyetgiriyê ve bi jehrê neketine, ew ber bi serkeftinekê ve hildane. Gelê Kurd ê ku xwe demokratîk kirî, wê welat û gelê ku li nav dijî jî ber bi çareseriya demokratîk ve tehf bide. Berê tevgera Kurd mîna amûra parçebûnê û lîstikên derve dihate dîtin. Niha berevajî vê, hatiye rewşa mîsogeriya aştiyê, azadiyê û biratiyê. Bûye egera yekerebûna hêz a welêt, hîmê yekîtiya mayinde a dewletê. Li hemû devera ku gelê Kurd lê heye û li nav dewletê, geşedaneke birûmet, li ser azadiyê û normên demokrasiyê sazkar wê bi bîrê were. Çarenivîsa Kurdan êdî wê ne nezanî, raperîn, serkutbûn, komkujî be, wê bibe hişmendiya demokratîk, civaka sivîl a geşbûyî û yekîtiya bi azadiyê.
Kurd bi vê mîsyona dîrokî di bin Komara Îslamî ya Demokratîk a Îranê de yan jî di bin Federasyona Îranê ya Demokratîk de wê bibin xwedî gavên herî saxlem ên demokratîkirinê. Li Iraqê bi pozîsyona federeya demokratîk wê bibin mîsogeriya sereke ya Iraqa Demokratîk an jî Federasyona Demokratîk a Iraqê. Li Tirkiyê jî, li ser rêya hevgir û tam demokrasiyê, mîna xwediyên gavên herî biryardar wê di serfiraziya komara demokratîk û laîk de bi rola herî bingehîn rabin. Di afirandina Sûriyeya Demokratîk de jî rista wan nikare were kêmkirin. Bi rengekî zelal, Kurd ku bi serkeftî van ristên xwe bi cih bînin, di rêya Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn de jî mîsogeriyek in. Kurd wê bibin hêze gel a sereke ku Rojhilata Navîn demokratîk dikin û dibin serkeftinê. Bicihanîna vê rista ku dîrokê li wan bar kiriye, bi rengekî ku Kurd bi zanebûn, rêxistinî û şayanî rêbertiya rastîn a stratejîk nêzî peywirên xwe yên demokratîkbûnê bibin, wê biçin serkeftinê.
ROJHILATA NAVÎN DÛRÎ DÎROKÊ MA
Li ser hîmê van çareseriyan dema ku mirov bi rengekî yekere li Rojhilata Navîn dinere wiha xuya dike ku li paş gelek herêmên cîhanê maye. Rojhilata Navîn pir dûrî rabirdûya dîroka mezin e. Ji vê dîrokê bêhay e û nêzî tengala ku ji vê re bibe bersiv jî nebûye. Ji hêla komên marjînal ve tê rêvebirin ku ne tam xwe dispêrin nirxên şaristaniya Ewropî û ne jî rehekên Rojhilata Navîn, bi serifandineke bi rengê teslîmbûnê û bi xeta serxwebûneke qelp rêxistiniya berjewendiya we kirine. Bi rengekî îstîsnayî her çendî hin rêbertiyên ku şayanî dîrokê derketin holê jî, jê dûr mane ku zorê li avaniya giştî bikin. Zehmet e ku Rojhilata Navîn a ku ronesansê û ronakîbûnê bi yekeretî pêk bîn, vê tabloyê xira bike. Lê di rewşeke wiha de ku cîhan ber bi yekîtiyeke herêmî û navnetewî ve diçe, dûrbûna Rojhilata Navîn a di nav xwe de ya ji stratejiyeke hevpar û gavên yekîtiyê ne di berjewendiya ti welat û civakê de ye. Dîroka Rojhilat Navîn a pir nêzî hev û bi hikmê federasyonê vê belawelabûnê zêde nikare ragire. Şertên navxwe û herêmî yên welatên ku piraniya wan dîrokî ye, her ku diçe zorê li Rojhilata Navîn a Demokatîk dike.
Şerê Rojhilata Navîn ku bi hegemonyaya DYE û YE'yê tê rêvebirin dikarin encamên çilo bi xwe re bînin? Wê hê berfirehtir bibe û giran bibe? Hêzên hegemon dikarin dev ji herêmê biqerin? Heke berdin an jî bernedin divê mirov li benda çi be? Hişere ye, mirov nikare bersivên zelal û kurt bide van pirsan. Lê mîsoger e ku em di qonaxeke wiha ya dîrokî ya cihê de ne. Di parastina xwe de heta vê qonaxê derbarê sirûştê, şaristaniyê û modernîte û jeokultura ku jê re Rojhilat Navîn tê gotin min pêşnûmeyeke çareseriyê danî. Beşê piştî vê ji bo derketina ji krîzê û şer li ser modêlên çareseriyê yên pêkan disekine.