Polîtîkayên şer ên AKP'ê wê li Brukselê werin şermezarkirin

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, wê li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ve bi çalakiyekê werin şermezarkirin.

Tevî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Yekîtiya Asûriyan li Ewropayê, Komeleya Ermeniyan a Demokrat li Belçîkayê, komên çep ên Tirkiyeyî, tevgerên jinan, komên piştgiriya bi gelê Kurd re, tevgerên aştiyê, hiqûqnas, HDP, YNK, Goran, Komelî Îslamî, PYD û PJAK'ê, gelek partî, rêxistin û komeleyan di nava organîzasyonê de cih girtin û banga beşdariya çalakiyê kirin.

Çalakî wê 8'ê Tebaxê saet di 12:00 de li Gare Centrale pêk were.

'NY, YE Û DYA HÎNÊ WÊ ÇIQASÎ BISEKININ?'

Di daxuyaniya organîzatoran de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji her eniyê li hemberî Kurdan tên kirin û hat ragihandin ku heta niha bi qasî 1500 kes hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de pirsa "Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wê hînê heta kengî li hemberî şerê li dijî Kurdan bêdeng bin?" hat kirin û hat gotin, "Bêdengî yan jî xemsariya li pêşberî vê polîtîka bi zanebûn a Tirkiyeyê li hemberî Kurdan, bingehê ji qirkirineke nû re amade dike û ji bo DAIŞ civaka navneteweyî hedef bigire, moralê dide."

YÊN DESTEKÊ DIDIN ÇALAKIYÊ

Lîsteya saziyên destekê didin çalakiyê bi vî rengî ye:

"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Enstîtuya Kurd li Brukselê, Yekîtiya Asûriyan li Ewropayê, Komeleya Ermeniyan a Demokrat, Federasyona Êzidiyan li Belçîkayê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Konfederasyona Koçberên li Ewropayê (AvEG-Kon), Info, Koma Xebatê ya Dostaniyê li Parlamenta Belçîka, Komîteya Piştgiriya Rojava, Koordînasyona li dijî şerê li hemberî Kurdan, Komeleya Parêzerên Demokratîk a Navneteweyî (IADL), tevgear Aştiyê ya Flaman (VREDE), Tora Parêzerên Pêşverû, Tevgera Piştevaniya Navneteweyî (INTAL), Dadgeha Belçîka, Rêxistina Meşa AştiYê (Kathe Kollwitz Vredesloop), Tevgera Civakî ya Flaman (VSB), KCD-Ewropa, Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Belçîka, Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJKE), HDP, YNK, Komelî Îslamî, PYD, PJAK, Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) û Tevgera Goran."