Parlamenterê BDP’ê Hasîp Kaplan diyar kir ku, di salên dawî de li Tikriyeyê di îstîhdama jinan de tevlîbûn kêm bûye û sedema vê jî wekê ‘îstîhdama çandiniyê paşve çûye’ aşkera kir. Kaplan got her ku, hilberîna tutinê kêm dibe betaliya jinan zêde dibe.
Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan pêşnûmeya xwe ya lêkolînê ya pêkşêşî serokatiya TBMM’ê de, xwest bandora neyînî ya hilberîna çandiniyê ya li ser jinan bê lêkolîn kirin û ji bo pêşî lê bê girtin bila lêkolîna meclisê bê destpê kirin û xwest di derbarê mijarê de komîsyon bê vekirin.
Kaplan wiha got: “Hilberîna tutinê di navbera hilberîna çandinî û sanayiyê de pirê ava dike. Ev qad hem jin lê zêde ne û hem jî hem jî mînaka hilberîna çandiniyê ya ku keda jinê lê esase ye. li Tirkiyeyê hilberîna çandiniyê ji bo jinan di du alî de girînge. Li aliyekê di salên dawî de qada herî sereke ya îstîhdama jinê ye; û ya duyemîn jî hilberîna çandinî hilberîneke li ser keda jinê tê bi rêvebirinê ye. Jin di hilberîna tutinê de hêza sereke ye.”
HER KU HILBERÎN KÊM DIBE BETALIYA JINAN ZÊDE DIBE
Kaplan destnîşan kir ku ji sala 2000’î de hilberîna çandiniyê şûnde diçe û ev jî qada îstîhdamê ya jinê kêm dike û wiha got: “Ev 10 sale di tevlibûna jinan ya îstîhdamê de kêmbûnek heye. Sedema vê jî paşveçûna çandiniyê ye. Tevlibûna mêran ya îstîhdamê ji sedî 62.7; ya jinan jî ji sedî 22 ye. li welatên pêşveçûyî yên rojava ji nîvê nifûsa jinan zêdetir tên îstîhdamkirin, li Tirkiyeyê tabloyeke reş heye. Li Tirkiyeyê ji sed jinî 22 tevlî îstîhdamê dibe.
KOÇBERÎ PÊK TÊ Û PIRSGIRÊKÊN NÛ DESTPÊ DIKE
Kaplan polîtîkaya hikûmetê ya çandiniyê rexne kir û wiha got: “Di çandiniyê de subvansiyon hat rakirin û piştgiriya ji bo cotkran dihat dayîn hat bi dawîkirin. Ji ber vê jî hilberîner û karkeriyên biçûk yên bi keda malbatan hatiye avakirin bil ez û bez têk diçin. Ji ber çandinî kêm dibe welatî koçî bajaran dikin. Piştî koçberiyê jî gelek pirsgirêk dest pê dikin. “