Polîtîkaya qedexekar a Elmanyayê hate şermezarkirin

Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê got, "Dewleta Elman bi vê helwesta xwe hewl dide bi milyonan Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Elewî û Êzidiyên li Ewropayê dijîn bixe nava şîdetê û terorîze bike."

Platforma Xwedîderketian li Efrînê ya Ewropayê, nerazîbûn nîşanî hikumeta Elman da ku hemû çalakiyên ji bo piştevaniya Efrînê bên lidarxistin qedexe kir.

Di daxuyaniya nivîskî de işaret bi xweranegirtina dewleta Elman li reng û sembolên gelê Kurd hate kirin û hate gotin, ev yek binpêkirina mafên mirovan û sûc e.

Platformê diyar kir ku çarçoveya qedexeya li ser Kurdan û hêzên demokratîk tê ferzkirin roj bi roj berfireh dibe û got, "Dewleta Elman bi vê helwesta xwe hewl dide bi milyonan Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Elewî û Êzidiyên li Ewropayê dijîn bixe nava şîdetê û terorîze bike. Zîhniyeta qedexekar ku bi qedexekirina wêneyên Ocalan dest bi kar kir, gihîşt wê radeyê ku rengên kesk, sor û zer ku rengê 40 milyon Kurdî ye qedexe bike."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qedexeyên bi vî rengî û binpêkirina mafên mirovan, her wiha neheqiyeke li gelê Elman û hate gotin, "Ev yek tê wê wateyê ku bi rengekî vekirî destekê dide hewldana dagirkeriyê ku li Efrînê bi ehan zarok, jin û sivîl kuştiye. Li dijî vê vê zîhniyeta qedexekar em bang li raya giştî ya Elman dikin ku bi berpirsyarî tevbigere û ji dewleta Elman jî dixwazin ku tavilê dest ji van kiryarên xwe yên antî demokratîk berde."