Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser gelek malan

Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser malan.

Hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser mala endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz a li Stenbolê. Polîsan bi wesayitên zirxî kolana mala Gurbuz lê ye girtin û nîvê şevê saet 2'an avêtin ser malê. Di dema serdegirtinê de Nadiye Gurbuz ne li malê bû.

Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala endama SGDF'ê Aylîn Yildiz. Yildiz jî ne li malê bû.

Endamê SGDF'ê Ferhat Pehlîvan li Îzmîrê hate destgîrkirin. Pehlîvan ku serdana malbata xwe dikir, ji ber lêpirsîneke li Stenbolê hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, di destê polîsan de biryara destgîrkirina 10-15 kesan heye.