Polisên Tirk li Edeneyê 13 ciwan destgîr kirin

Li Edene bi operasyona qirkirina siyasî de endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan jî di nav de 13 ciwan hatin destgîrkirin.

Bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî polîsên Tirk bi hevdemî bi ser gelek mala de girt, deriyên hin malan şikandin û firaxên malan serûbin kirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan û endamên Meclîsa Ciwanan ên Edene jî di nav de 13 ciwan ên ku bi îdîaya 'endamên rêxistinê' de hatin destgîrkirin, piştî ku kontrola wan a tendiristiyê hate kirin birin Midûrtiya Bajêr a Edene.

Ferhat Kalkan dema ku hatî destgîrkirin polîsên Tirk derb lê dan.

Kesên ku hatine destgîrkirin û navên wan diyar in: Ferhat Kalkan, Halît Şaşmaz, Mûhîttîn Kaya.

Kalkan li maleke dî hate destgîrkirin ji ber vê ji endamên malbatê re hate gotin, divê yekî ji malbatê bibin emniyetê û Mûhîttîn Kaya jî birin Midûrtiye Emniyetê ya Edene.