Polîsên Tirk dema fitarê êrîş birin ser ciwanên HDP'yî
Li Bûcayê, polîsên Tirk êrîş birin ser ciwanên HDP'yî yên fitar dikirin. 14 ciwan hatin destgîrkirin.
Li Bûcayê, polîsên Tirk êrîş birin ser ciwanên HDP'yî yên fitar dikirin. 14 ciwan hatin destgîrkirin.
Li taxa Çamlikûle ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, ciwanên HDP'yî duh fitara xwe vedikirin, lê belê polîsên Tirk bi gaza îsotê êrîş birin ser wan.
Ji ber êrîşê 14 kes hatin destgîrkirin ku 4 jê di dema êrîşê de hatin girtin. Ciwanên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.