Polîsên Tirk cenazeyê Kartal revand û veşart

Polîsên Tirk cenazeyê Vefa Kartal revand ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de şehîd bû. Polîsan nehiştin tu kes tevlî merasîmê bibin û cenaze veşart.

Polîsên Tirk cenazeyê Vefa Kartal revand ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de şehîd bû. Cenaze duh ji aliyê malbata wî ji Zanîngeha Trakyayê hate wergirtin û wê li Manîsayê li kêleka dêya wî ya mirî bihata veşartin. Polîsan di rê de berê wesayîta cenaze guherand û bêyî ku malbat tevlê bibe, li goristanê veşart.

Polîsan piştre telefonî malbatê kirin û gotin ‘Me cenazeyê we veşart’

Derket holê ku ji ber nûçeyên li ser Vefa Kartal polîsan zext li malbata Kartal kirine.