Polîsên tirk bi awayekî hovene êrîş dikin
Polîsên tirk bi awayekî hovene êrîş dikin
Polîsên tirk bi awayekî hovene êrîş dikin
Girseya ku ev 3 roja li dijî hilweşîna Parqa Gezî ya Taksîmê çalakiyê dimeşînin rastî tundya polîsan hatin. Hinek bi giranî, gelek kes birîndar bûn. Her wiha ji ber gazên polîsan avêtin agir derket.
Vê sibê polîsan êrîşê çalkaiya aktîvîstên xwezayê ya bi piştgiriya saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dihat meşandin, kir. Polîsan saet di 05.00’an de parq dagir kirin û bombeyên gazê avêtê. Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANF’ê di êrîşê de li qada Înşatê dîwarek hilweşiyaye û kesek jê de ketiye û milê xwe şikandiye.
Beriya mudaxaleyan polîsan du kesan kevir avêtibû polîsan. Lê hate hînbûn ku ev polisên sivîlin. Rojnameger Ahmet Şik ji serê xwe bi bombeya gazê birîndar bû û hat hîn bûn rewşa wî başe. Parlamenterên CHP’ê jî marûzê êrîşê hatin.
Bombeyên gazê bû sedema derketin agir. Hewl hat dayîn ku agir bi wesayîtên TOMA vemirînin, piştre ekîbên îtfayê jî hatin.
LI DIJÎ PANKARTA ‘KÎMYASAL TAYÎP’ MUDAXALEYA TUND
Saet di 11.10’an de polîsan xwest êrîşê girseyê bike. Bi TOMA’yan av avêtin û gelek kes birîndar bûn. Kesekî ku dovîza ‘Kimyasal Tayyîp’ hildabû rastî êrîşa tund a polîsan hat û ji ser hişê xwe çû.
Dema parlamenterê CHP’ê Îlhan Cîhaner daxuyanî dida polîsan carek din gaz avêt. Nûçegîhanê ANF’ê diyar kir ku bi avêtina avê re hemû kes li erdê ketin û li gorî agahiyan bi rêjeyeke mezin gazê davêjin nava gel.
YÊN BIRÎNDAR BÛNE
Li gorî agahiyan 4 ambulans hatine ber Otela Dîwan û gelek birîndar bûne. Navê birîndaran wihane; Tugcan Kebabçioglu lingê şikestiye, Bulent Yildiz, j ilingê xwe birîndar bûye, Ozlem Şîşmen tê îdiakirin xwîn çûye ser mêjiyê wê, Mehmdî Saral, Gokhan Çelîm, Alî Kuzan û Atacan Şîmşek birîndar bûne.