Polîsên Fransî girseya êrîşên li ser Efrînê protesto dikirin, kirin binçavan

Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Fransa di dema çalakiya protestoyî li dijî qetlîam û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dikirin de, polîsan êrîş kir û kirin binçavan.

Êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê li Ewropayê bi çalakiyan tê protesto kirin.

Girseya gel a ku xwest li pêşiya sefaretxaneya Fransa çalakî lidar bixe, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Gel li dijî hewildana polîsan a dixwaze girseya gel belav bike, bi dirûşmên, “Her der Efrîn e, her der berxwedane” bersiv dide.

Polîsan êrîşî girseya li pêşiya sefaretxaneyê çalakî lidar dixistin kir, çalakvan binçavkirin.