Polîsên Elman xwe li wêneyên şehîdên Parîsê ranagirin
Xweranegirtina polîsên Elman li sembol û alên Kurdan roj bi roj mezintir dibe.
Xweranegirtina polîsên Elman li sembol û alên Kurdan roj bi roj mezintir dibe.
Polîsê Hannoverê, rakirina ala bi rengê mor ku wêneyên şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakine Cansız, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez li ser e, qedexe kir.
Hannover yek ji wan bajaran e ku polîtîkaya zext û şîdetê ya li ser Kurdan lê giran e. Li Hannoverê polîsan mohra xwe danîn binê rewşeke nû ya sosret. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê roja 10'ê Adarê serlêdan hate kirin ku bi navê "Her der Efrîn e" xwepêşandanek bê lidarxistin. Lê belê ev serlêdan bi rengekî kêfî nehate qebûlkirin.
Polîsan xwestn di xwepêşandanê de ala ji wêneyên şoreşgerên Kurd Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, neyê hildan.
Tevî ku di nava lîsteya "sembolên qedexekirî" ya Wezareta Karên Hundir de nîne, polîsên Hannoverê îdîa kirin ku bi ala ji rengê mor û wêneyên şehîdên Parîsê propaganda PKK'ê tê kirin.
Di biryara Midûriyeta Emniyetê ya Hannoverê de hate ragihandin, ala ji rengê mor tevî ku di nava lîsteya sembolên qedexekirî ya Wezareta Karên Hundir de nîne, 'qedexe' ye.
Saziyên dewletê yên Elmanyayê, li dijî Kurdan giştînameyeke nû weşand. Giştînameya ku 29'ê Çileya 2018'an hate amadekirin, ne kêmî biryarname û qanûnên Rewşa Awarte yên rejîma Erdogan e. Di giştînameyê de ku ANF'ê bi dest xist, Wezareta Karên Hundir ji eyaleta dixwaze ku di qedexekirina PKK'ê de hê bi tund tevbigerin.