Polîsên Elman parlamentera Kurd kire hedef

Siyasetmedara Kurd Gokay Akbulut ku di hilbijartinên 24’ê Îlonê de ji lîsteya Partiya Çepgir  ji bo endamtiya Meclîsa Federal a Elmanya hatî hilbijartin ji hêla polîsên Elman ve hedef hate nîşandan.

Di hilbijartina 24’ê Îlonê de siyasetmedara Kurd Gokay Akbulut ji Partiya Çepgir ketibû Meclîsa Federal. AkbUlut a 34 salî ji herêma Mannhemê bi dirûşma ‘Sosyali, Wekhevî, Aştî ji bo her kesî’ kampanyaya xwe kiribû.

Lê kovara heftane Focusê di hijmara xwe ya dawî de bi nûçeyekê Akbulut kire hedefa xwe de. Kovarê nûçeya xwe sparte ser kanên ewlehiyê yên Berlînê û got  Akbulut bi salan e di ‘sîstema agahiya îstîxbarî’ ya Rêxistina Parastina Destûrê de hatiye deqkirin.

Hate diyarkirin ku Akbulut ji ber têkiliyên nêz ên bi PKK’ê re ketiye ber şopandina îstîxbaratê û şefê polîsan ê li midûriyeta emniyetê yê Mannheîmê Dîeter Schafer  yê ku ji Focusê re axivî Akbulut bi gotinên xwe kire hedef.

Şefê polîsan got Akbulut 2012’an yek ji berpirsê Festîvala Çanda Kurd bû, ku polîsan êrîş biribû bi ser festîvalê de û got, ‘’Akbulut ji polîsên birîndar lêborîn nexwest. Bi ser de ez provaktor îlan kirim.’’

 ‘AKBULUT TENÊ WERGÊRIYA DEMÎRTAŞ DIKIR’

Kurdên li Elmanya 8’ê Îlona 2012’an li Mannheîmê bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ li Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 20’an hatibûn cem hev. Lê piştî ku polîsan êrîş birin ser zarokekî 12 salî yê ku ala pê re bû, bûyer çêbû û ji 100 kesî zêdetir çalakvan birîndar bûbûn.

Piştre şefê polîsan Schafer li ser vê bûyerê bi nivîsîna pirtûkê xwest navdar bibe, li ser Kurdên ku di vê festîvalê de birîndar bûbû û qet behsa Kurdan nekir.

Rêxistina Partiya Çepgir a Eyaleta Baden-Wurttembergê îdîayên di kovara Focusê de yên Schafer li derewê qelibabd.

Partiya Çepgir diyar kir ku Akbulut ne organîzatore festîvalê bûye lê wergeriya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bûye, ku wê demê Demîrtaş ji bo festîvalê hatibû Mannheîmê. Her wiha diyar kir ku Akbulut di bûyera navborî de ji bo ku rewş aram bibe gelekî hewl daye.

Partiya Çepgir diyar kir ji bo xebatên Akbulut ên ji bo Kurdên li Elmanya nîjatperestên Tirk û îstîxbarata Tirk tim gefan lê dixwin û xwest ku şopandina îstîxbarî ya li ser Akbulut bi dawî bibe. Her wiha berdevkê eyaleta Baden-Wurttemberg a Partiya Çepgir Heîdî Scharf jî bi peyamekê piştevaniya xwe ya ji bo Akbulut diyar kir.

Akbulut 2007’an dema ku xwendekara zanîngehê bû, tevlî nav Partiya Çepgir bû, di rêveberiya eyaletê ya partiyê de cih girt û ji 20014’an ve endama Meclîsa Şaredariyê bû.