Polîsên Elman li Stuttgartê avêtin ser malên piştevanên Efrînê

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, polîsan avêtin ser malên endamên Însiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê ya Stuttgartê ku piştgiriyê didin Efrînê.

Polîsên Elman li Stuttgartê avêtin ser malên endamên Însiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê ya Stuttgartê. Serdegirtin 12'ê Adarê hate kirin û lêgerîn li malên endamên însiyatîfê hate kirin. Polîsan avêtin ser malên 2 enternasyonalîstan û ji bo serdegirtinê jî banga ji bo tevlîbûna li çalakiyên piştevaniya Efrînê ku li ser înternetê hate kirin weke hincet nîşandan. Li gorî agahiyan, polîsan gef li gelek çalakgeran xwarine.

Aktîvîstan diyar kirin ku piştgiriya ji bo Efrînê li nava enternasyonalan belav dibe û dewleta Elman jî ji bo pêşî li piştevaniya bi Efrînê re bigire serî li rê û rêbazên zext û tepisandinê didin.

Aktîvîstan banga "Tevlî çalakiyên piştevaniyê bibin" kirin û bi bîr xistin ku wê îro saet 17'an li meydana Schloss Platzê ya li Stuttgartê çalakî bê lidarxistin.