Polîsên Elman ‘Çalakiya Hevkariyê ya Efrînê’ qedexe kir!

‘Şeva Hevkariyê ya bi Efrînê re’ hate qedexekirin.

‘Şeva Hevkariyê ya bi Efrînê re’ ku plana wê hatibû kirin 3’yê Kanûnê li Elmanya, Berlînê li Vîllah Mjuzîkhollê were kirin ji hêla polîsan ve bi kêfî hate qedexekirin.

NAV-DEM’ê ya Elmanya helwesta dewleta Elman û polîsên wê yên li dijî çalakî û bernameyên Kurd bi zimanekî tund rexne kir û got, ‘’Qedexe wê ti caran nikaribin bibin asteng ku gelê Kurd li nirxên xwe xwedî derbikeve.’’

NAV-DEM’ê diyar kir ku di demên dawî de dewleta Elman bi çavneberiyekê bi ser rengên Kurdan û çalakiyên Kurdan de tê û hate gotin ev êrîş bi konseptekê ne.

DIXWAZIN TÊKILIYA KURDÊN LI ELMANYA JI KURDISTANÊ BIBIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin tişta ku bi serê Kurdan de tînin hem li dijî hiqûqa Elman e û hem jî li dijî mafê mirovan e û tê xwestin ku mafên sereke û azadî bi rengekî kêfî werin desteser kirin.

NAV-DEM’ê bi domdarî bal kişande ser çavnebariya dewleta Elman a li dijî reng, ala, posterên Kurdan û hate gotin dewleta Elman, ‘bi van kirinên xwe dixwaze têkiliya gelê me yê li Elmanya ji Kurdistanê qut bike. Em van kirinên ku armanc dikin Kurdan ji nirxên wan qut bikin şermezar dikin û dibêjin em ê ti caran van kirinan qebûl nekin.’’

NAV-DEM’Ê LI DIJÎ QEDEXEYAN BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR

Di daxuyaniyê de kampanya ‘Êdî Bes e’ (Es Reîcht) ku bi organîzasyona 51 sazî yî 27’ê Mijdarê li Berlînê dest pê kirî jî hate destnîşankirin û hate gotin qedexe û binpêkirinên demên dawî nîşan dide bê ka ev kampanya çendî hewce ye.

NAV-DEM’ê diyar kir saziyên Kurd li gel dostên wan wê li dijî qedexeyan bi paş ve gav neavêjin û bi rengekî demokratîk têbikoşin û her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî van kirinan bêdeng nemînin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.