Polîsê ku Daşkan qetil kir hate berdan

Polîsê ku li Edeneyê Mûrat Daşkan qetil kir, hate berdan.

Rûniştina 5’an a doza  di derbarê polîs B.O yê li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê 1’ê Sibata 2016’an de Mûrat Daşkan qetil kiribû, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat. Polîsê ku bi sûcê ‘bi awayekî bi qestî kuştina kes’ dihate sûcdarkirin û tevlî danişînê nebû, parêzer, malbata Daşkan û parêzer Îlhan Ongur tevlî danişînê bû.

Dozger biryar da ku telîlên piştrast tine, biryara berdanê da.

Parêzerê Daşkan Îhan Ongur diyar kir ku qalikên du guleyên li cihê bûyerê hatin dîtin, şahidan polîs vegotin û diyarkirin ku polîs Daşkan kuştiye.

Malbata Daşkan got: “Polîs kurê min kuştiye. Bi zanabûn kurê min hatiye kuştin. Daxwaza cezankirina bersûc dikim.

Heyeta dadgehê bi îdîaya nebûna delîlên pêwîst, biryara berdanê da.