Polîsê Îzmîrê navên xwendekarên Kurd û Elewî qeyd dikin
Polîsê Îzmîrê navên xwendekarên Kurd û Elewî qeyd dikin
Polîsê Îzmîrê navên xwendekarên Kurd û Elewî qeyd dikin
Ji polîsê Îzmîrê rêbazeke din a qeydkirina nav û agahiyên mirovan...Ji dibistanan navên xwendekarên Kurd û Elewî xwest.
Muduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ku Îzmîr weke bajarê pîlot hilbijartiye, di bin navê "polîsê dibistanê" de dest bi pêkanînekê kir. Polîs ji bo vê pêkanîna xwe jî "pêşîgirtina li bûyerên dijwariyê yên li dibistanan" weke sedem nîşan da.
Serokê Egîtîm-Sen Hejmara1. Abdûllah Tûnali der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di çarçoveya vê pêkanînê de polîsên bi kincê sivîl çûne dû bi mamosteyên rêber re hevdîtin kirine.
Tûnali got, "Polîsê dibistanê çû dibistanên li herêmên Eskî Îzmîr, Yûrtoglû û Lîmontepe, bi rêveberên dibistanan re hevdîtin kirin û ji bo organîzasyona xwarinekê xwest, navê pênc xwendekarên Elewî û Kurd jê re bê dayîn. Dema rêveber û mamosteyan sedema vê daxwazê pirsîn polîsan ev tişt gotin: "Di berxwedana Gezî de Elewî derketin pêş, di nava kesên piştgiriyê didin TÎKKO û PKK'ê de û yên cihêkariyê dikin de Elewî hene, lewma emê biçin gel malbatên van zarokên hûn navên wan bidin, ji bo pêşî li sûcan bigire ji malbatan re semîneran bidin û aktîvîteyan lidar bixin."
Tûnali nerazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan da û got, "Ev nêzîkatî mînaka dawî ya wê ferasetê ye ku her kesên ji nasname û baweriyeke cuda weke sûcdarê potansiyel dibîne û navên wan qeyd dike."
Abdûlalh Tûnali da xuyakirin ku wan der barê bûyerê de di serî de Muduriyeta Şaxê Zarokan bang li hemû rayedaran kirin e ku bi wezîfeya xwe rabin û destnîşan kir ku ev yek karekî qeydkirin û şopandinê ye.