Polîsê Cenevreyê ji bo bi dawîkirina greva birçîbûnê ya li NY zextê dike

Polîsê Cenevreyê ji bo bidawikirina greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêşiya NY zextan dike.

Parlementer û hevşaredar ji ber êrîşên li ser dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin, polîsên Cenevreyê daxwaz kir ku greva birçîbûnê bi dawî bikin.

Çalakgerên greva birçîbûnê daxwaz kirin ku şeva xwe li pêşiya NY derbas bikin lê polîsê Cenevreyê ev daxwaz qebûl nekir û ji çalakgeran daxwaz kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku zêdetirî 200 kes beşdar bûnê bi dawî bikin.

Çalakgeran ev daxwaza polîsan qebûl nekir, bi dirûşmeyan çalakiya xwe bi israr didomin, polîsên ku li pêşiya NY kombûyîn amadekariya êrîşeke li ser çalakgeran dike.

Navên kesên beşdarî greva birçîbûnê bûne wiha ne;

Parlementerê berê yê HDP’ê û Berdevkê HDK-Ewrûpayê Demir Çelik, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız, parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret, Hevşaredarê Depê Burhan Kocaman, Hevşaredarê Sirûcê Orhan Şansal, Hevşaredara Sûrê Fatma Şık Barut, Serokê Şaredariya Harıngey a Londrayê Aligül Özbek, fûtbolvan Deniz Naki, rojnameger Filiz Koçali, Ahmet Nesin, ji HDK’ê Feyzûllah Tûnç.

Ji bo Efrîna ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, bi daxwaza ketina tevgerê ya Netewên Yekbûyî ji bo Efrînê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û zêdetirî 50 kesên din piştgirî dide çalakiyê. Ev jî Kurdistanî û dostên Kurdan in.