Polîsan zext li malbatên ciwanên tevlî kongreyê bibin kir
Polîsan zext li malbatên ciwanên tevlî kongreyê bibin kir
Polîsan zext li malbatên ciwanên tevlî kongreyê bibin kir
Ciwanên ku tevlî 1. Kongreya Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Asayî bibin, ji Enqereyê bi 4 mînîbusan ber bi Amedê ve bi rê ketin. Hat zanîn ciwanên ji Enqereyê hatin Amedê polîsan gef li malbatên wan xwariye.
Meclisa Ciwanên BDP'ê sibê di 30'ê Mijdarê de 1. Kongreya xwe ya Asayî pêk tîne. Ji bo tevlîbûna kongreya ku sibê li Amedê pêk bê ji Enqereyê ciwan bi 4 mînîbusan ber bi Amedê ve birê ketin. Xwendekarên ku li Kampusa Cebeci ya Zanîngeha Enqereyê kom bûn daxuyanî dan û diyar kirin ku polîs gefan li malbatên wan dixwin û wan çavtirsandî dikin. Xwendekaran anîn ziman ku polîs li malbatên wan geriyane û gef li wan xwarine. Ciwanên ku tevlî 1. Kongreya Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Asayî bibin, ji Enqereyê bi 4 mînîbusan ber bi Amedê ve bi rê ketin. Hat zanîn ciwanên ji Enqereyê hatin Amedê polîsan gef li malbatên wan xwariye. Xwendekaran piştî daxuyanî da li Parqa Kurtuluşê ber bi Amedê ve bi rê ketin.