Polîsan meşa ciwanên BDP’yî asteng kir
Polîsan meşa ciwanên BDP’yî asteng kir
Polîsan meşa ciwanên BDP’yî asteng kir
Meclisa Ciwanan ya BDP’a Stenbolê ku xwest li dijî “Mêtîngerî û dejenerebûnê” li Taksîmê meşekê li darbixin, rastî astengiya polîsan hatin.
Endamê Meclisa Ciwanên BDP’ê ku li Qada Galatasarayê kombûn pankartên “ciwan li dijî qereqol û bendavan berxwe dide”, “em dê rê nedin fihûş, çete, madeyên hişber û dejenerebûnê”, “Em şoreşa Rojava silav dikin”, “Bila fihûş, madeyên hişber, sîxurî û dagirkerî bidawî were” vekirin.
Ciwanan bê navber sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî serok Apo”, “Bimire El Nusra”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” qîrkirin. Polîsên ku li pêşiya meşa ciwanan bend danîn dan diyarkirin ku ew dê destûra meşê nedin.
Hevserokên BDP’ê ên bajar bi rayedarên polîsan re hevdîtinê pêktîne.