Polîsan li Stenbol û Enqerê êrîşî merasîmên bibîranîna Pirsûsê kirin

Polîsan li Stenbol û Enqerê êrîşî merasîma bibîrana ji bo komkujiya Pirsûsê kirin û gelek kes destgîrkirin. Di êrîşa li Stenbolê de nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray jî hate destgîrkirin.

Ji bo 3’emîn salvegera kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn, bi beşdarbûna parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû li Qada Sakarya ya Enqerê merasîm hate lidarxistin. Polîsan êrîşî girseya gel kirin.

Girse pankarta ‘Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesê edalet’ hildan û polîsan bi hinceta destûra walîtiyê nîne destûra çalakiyê nedan. Li ser vê girseya gel dirûşme berz kirin û polîsan jî bi gaza îsotê êrîş kir. Polîsan gelek kes bi erdê re kaşkirin û destgîrkirin.

Mûsa Pîroglû yê HDP’yî nerazîbûn nîşanî şideta polîsan da û di vê navberê de kesekê êrîşî Pîroglû kir. Polîsan êrîşkar ji herêmê durxist û bi copan êrîşî çalakgeran kir. Esnafên Qada Sakaryayê jî bi gotina ‘Hûn zilmê dikin’ nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Polîsan rojnamegerên ku dixwestin dîmen bikêşîn jî astengkirin. Girseya gel piştî êrîşê ji cadeya Skarya ji bo daxuyanî bidin ber bi Cadeya Meşrûtiyetê ve çûn. Lê li vir jî olîsan êrîş kir û 3 kes destgîrkir.

STENBOL

Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û rêxistinên ciwanan ji bo 3’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê û ji bo bîranîna 33 cwinan li Parka Mehmet Ayavalitaş ya li pêşiya Operaya Sureyya xwestin bimeşin. Lê polîsan destûr neda û êrîşî gel kir. Polîsan bi guleyên plastîk û fîşekên gazê êrîşî gel kir. Esnafên li herêmê jî nerazîbûn nîşanî êrîşa polÎsan da.

ZEYNEP KÛRAY JÎ HATE DESTGÎKIRIN

Di dema mudaxeleya polîsan de rojnameger Zeynep Kûray jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Êrîşa polîsan li kolanan didome.