Polîsan li Edeneyê ciwanekî bi giranî birîndar kir

Li 3 navçeyên Edeneyê ciwanên daketin qadan, rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşan de polîsan ciwanekî ji lingên wî bi giranî birîndar kirin.

Li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê ciwanên ku ji sibehê ve li qada ne, ji bo şermezarkirina girtina hevserok û parlementerên HDP'yiyan çalakî li dar xistin. Li taxên ku esnafan derebayên xwe venekirin, pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de danê êvarî dijwar bûn.

POLÎSAN CİWANEKÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR KIRIN

Gelê ku li Kolana Ova ya Taxa Ovayê ya navçeya Seyhanê hatin gel hev, bi çalakiyên dengderxistinê girtina parlementeran şermezar kirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin taxê, ji girseyê re anonsên wek "Biçin mala xwe û belav bibin" kirin. Li dijî vê girse jî bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyên wek "Kujer Erdogan" bersiv da. Dema girse belav nebû, polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rasteqîn êrîşî gel kir. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin taxê, bi wesayîtê dan ser pişta ciwanekî ku navê wî nehat zanîn. Hat zanîn ku, polîsên nikaribûn wî ciwanî zevt bikin bi guleyên rasteqîn bera wî dan û wî bi giranî ji lingê wî birîndar kirin. Li gel birîndarkirinê polîsan heman ciwanî derb kirin û ew binçav kirin. Hat zanîn ku, ciwanê ku polîsan ew xist wesayîta zirxî û birin nexweşxaneyê, xetereya wî ya jiyanê tune ye. Polîsên ku nikaribûn berxwedana gel bişikînin, bi bombeyên gazê êrîşî taxê kirin û vekişiyan.

Li Taxa Kuçukdîkillî ya Seyhanê li dijî Seyamer'a ji aliyê polîsan ve wek qeteqolê hatiye veguherandin êrîşeke bi bombeyên dengî pêk hat. Di êrîşê de mirî û birîndar çênebûn, piştî êrîşê polîsan bi rasthatinî hawirdor gulebaran kirin. Li Taxa Gulbahçe ya Seyhanê gelê ku li Kolana Obaliyê hatin gel hev, çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Girseya ku li hemû kuçeyên taxê geriya, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn hat. Li ser vê gel li dijî êrîşê barîqat danîn û li ber xwe da. Polîsên ku nikaribûn berxwedana gel bişikînin, bi bombeyên gazê êrîşî taxê kirin û vekişiyan.

Li taxên Daglioglû, Firat û Barbarosê yên navçeya Seyhanê û li taxên Anadolû, 19'ê Gulanê û Başakê yên navçeya Yuregîrê ciwanên hatin gel hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Li ser vê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn rû dan. Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de dem dem didomin.

Li taxên Belediyeevlerî, 6'ê Çile û Esentepeyê yên navçeya Ceyhanê ciwanên hatin gel hev, li kolanên sereke lastîk vêxistin. Polisên hatin cihê xwepêşandanê, bi bombeyên gazê, ava şid, bombeyên dengî û guleyên rasteqîn êrîşî girseyê kirin. Li dijî vê ciwanan jî bi bombeyên dengî, molotof, fîşekên hewayî û keviran bersiva polîsan dan. Bûyer didomin.