Polîsan li Amedê êrîşî ciwanan kirin
Polîsan li Amedê êrîşî ciwanan kirin
Polîsan li Amedê êrîşî ciwanan kirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê komek endamên YDG-H'ê bi boneya pîrozbahiya 36'emîn salvegera damezirandina PKK'ê şahî pêk anîn. Di şahiyê de polîsan mudaxale kir û piştî mudaxaleyê pevçûn derket.
Li navçeya Sûrê ya Amedê komek endamên YDG-H'ê bi boneya pîrozbahiya 36'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di saetên êvarî de pîrozbahî pêk anîn û fîşekên hewayî avêtin. Endamên YDG-H'ê ku li Kolana Melikahmet û semta Balikçilarbaşi kom bûn, rê li trafîkê girtin û dirûşm berzkirin. Polîsên ku hatin cihê pîrozbahiyê, bi maşîneyên TOMA ava şid avêtin ciwanan. Ciwanan jî li hemberî mudaxaleya polîsan bi kevir û beran bersiv dan polîsan. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de di nava kolanan de bi dawî bû.