Polîsan êrîşî şahiya 27’ê Mijdarê ya li Îzmîrê kirin
Polîsan êrîşî şahiya 27’ê Mijdarê ya li Îzmîrê kirin
Polîsan êrîşî şahiya 27’ê Mijdarê ya li Îzmîrê kirin
Şahiya bi armanca pîrozkirina 36. Salvegera Damezirandina PKK’ê ya ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Konak ve dihat lidarxistin, rastî êrîşa polîsan hat.
Rêxistina Navçeya Konak a DBP’ê bi armanca pîrozkirina 36. Salvegera Damezirandina PKK’ê li Taxa Çîmentepe şahiyek organîze kir. Gelek welatî, nûner û rêveberên DBP, HDP û saziyên civaka sivîl jî ku beşdarî şahiyê bûn, pankartên, “Bijî PKK" , posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin hilgirtin û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin.
Dema welatiyan govend digirt, polîsên bi TOMA’yan hatin qada şahiyê bi guleyên plastîk, ava şid û copan êrîşî gel kirin. Welatiyan jî ku bi keviran bersiv dan polîsan pevçûn mezin bû û li kolanan belav bû. Demekê ku pevçûn dewam kirin, piştî welatî belav bûn, pevçûn bi dawî bûn.