Polîsan êrîşî parêzeran kir

Parêzerên OHD û ÇHD'ê yên ku xwestin ji bo 9 parêzerên OHD'î yên ku di çarçveya operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin.

Parêzerên OHD û ÇHD'ê yên ku xwestin ji bo 9 parêzerên OHD'ê yên ku li Stenbolê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Stenboyê daxuyanî bidin pankarta "Parastin azadî ye, OHD ne tenê ye" vekirin. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî piştgirî da çalakiya parêzeran. 

Beriya ku parêzer daxuyaniyê bidin polîsan ji bo ku daxuyanî nedin ew tehdîd kirin. Dema ku li ser navê endamên OHD'ê Zuleyha Gulum daxuyanî dida polîsên çewîk parêzer dorpêç kirin, polîsan parêzer derb kirin û ji dirênceyan kaş kirin. Polîsên ku bi mertalên xwe parêzer derb kirin, deriyên edliyeyê girtin û parêzer asteng kirin. 

Parêzer piştî êrîş û rageşiyê li ber edliyeyê sekna xwe didomînin, têkîldarî daxuyaniya ku bidin diyarkirin wê bi dozger re hevdîtinê pêk bînin. Di daxuyaniya ku li ser navê parêzeran hate kirin de ev tişt hate gotin: "Ti niyeta me ya çûyinê tuneye, mirina me jî çêbibe em ê parastinê bidomînin."

Li ber edliyeyê rageşî didome, komek parêzer ji bo ku bi Serdozgeriya Komarê re hevdîtinê pêk bînin ketin edliyeyê. Hin parêzer jî li ber edliyeyê sekna xwe didomînin.