Polîsan êrişî merasima cenazeyê Sarisuluk kirin

Polîsan êrişî merasima cenazeyê Sarisuluk kirin

Ethem sarisuluk’ê bi guleya polîsan hatî qetil kirin. Ji bo biranîna wî li Parka Guvenê meresima hatî li darxistin polîsan astengî li derxistin û bi bombayên gazê û ava şid êrişî girseya gel kirin. Piştî êrişa polîsan di navbera polîs û hezaran kesan de pevçûn derket. Herwiha rênayê dayîn ku cenazeyê Ethem Sarisuluk ji Cemxaneya Batikentê derbikeve.

Bi armanca piştgiriya berxwedana Parka Gezî, di roja 1’ê heziranê de li Qada Kizilayê de di encama êrişa polîsan de birindar bibû û 13 roj bû di bin çavdêriya dixtoran de dihate girtin. Ji berî rojekê jiyana xwe ji dest da. Ji bo beşdarbûna cenazeyê Ethem Sarisuluk bi hezaran kes ji Tuzluçayîr, Batikent û cadeya Yeksel hatin cem hev û ji sê milan ve berbi Parka Guvenê ve meşiyan.

Bi hezaran kesên ku hatin cihê polîsan gule li  Ethem dayî gul danîn. Li rexmê ku ji berî bîranîn çêbibe heyeta ku birayê Ethem, Mustafa Sarisuluk di nav de  bi amirê polîsan re hevdîtin kirî bûn û dabûn diyar kirin ku, wê polîs êrişî biranînê nekin. Lê dîsan jî polîsan êrişê komê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êriş pêk anîn û komê jî bi keviran bersiva polîsan da.

Bi mebesta şermezar kirina polîsan hinek kesan xwe li pêşiya maşineya TOMA ya polîsan dirêj kirin. Lê polîsan maşîneya TOMA’yê raste rast bir ser wan. Kesên xwe dirêj kirin bi alîkariya kesên derdor hatin rakirin.

Bi taybet li meydana Sihhiyê pevçûn dewam dikin.

Polîsên bend danîn  destûr neda ku cenazê Ethem bibin Kizilayê, ji ber ku gel biryar da  ji nû ve bibin    Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a li Batikentê.