Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li Taksîmê kir
Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li Taksîmê kir
Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li Taksîmê kir
Polîsan êrîş bir ser daxuyaniya çapemeniyê ya dihat xwestin ji bo Berkîn Elvan ê di dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin û kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dabûn bê dayîn.
Polîsan êrîş bir ser daxuyaniya çapemeniya ya dihat xwestin li Rawestgeha Tramvay a Taksîm a ji bo Berkîn Elvan ê di dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin û ev 43 roj in rewşa wî giran e û kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dabûn bê dayîn. Polîsan bi mertal û copan hemwelatiyên ku li Qada Taksîmê hatin gel hev ber bi Caddeya Îstîklal ve kaş kir. Piştî mudaxeleya Polîs, bi sedan hemwelatiyên ku careke din li ser Caddeya Îstîklal hatin gel hevdu û vê carê jî rastî gaza îsotan û gulleyên bi boyax a êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi mudaxelekirinê re berê girseyê da Lîseya Galatasaray. Girseya ku bi dirûşmayan li kolanan belav bûn careke din li ber Lîseya Galatasaray hatin gel hevdu.
Di vê navberê de nûçegihan Mursel Çoban li ber Taksîm Hîll Otel ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û polîsan hewl dan li hember dîmengirtina Çoban astengiyan derxin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin tê gotin ku di encama mudaxeleya polîsan de birîndar hene û mudaxeleya polîsan a li ser Caddeya Îstîklal berdewam dike. Her wiha polîsan bi ava şid û gulleyên plastîk êrîşî gelek kesên ku li Qada Taksîmê rawestiyabûn kir.