Polîsan êrîşî çalakiya li dijî tecrîdê kir, 8 kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî çalakiya bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê ya ji bo balê bikişinin li ser tecrîda li Îmraliyê û greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku xwestîn li Kadikoyê bikin, kirin û 8 kes destgîr kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne li ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê şermezar bikin, xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê polîsan mûdaxaleyî girseyê kir. Girseyê jî bi çepik û strana “Ozgurluk mahkumlari” bertek nîşanî êrîşa polîsan dan.

Girseya ku li pêşiya avahiya HDP'ê ya Kadikoyê kom bû, polîsan ew asteng kirin û mudaxaleyî çalakiyê kirin. Di nava girseyê de endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, parlamenterên HDP'ê, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MATUHAY-DER'ê jî hebûn.

Girse bi saetan li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê di dorpêça polîsan de ma. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî girse dorpêç kir û rojnameger jî di nav de kesên çûn avahiya HDP'ê bi GBT'ê re derbas kirin. Bi rûxmê ku biryara walîtî û qeymeqamiyê tune bû jî polîsan îdîa kir ku destûra çalakiyê tune. Girseya ku xwest daxuyaniyê bidin, polîsan mudaxale kir. Girsê jî bi çepik û starên "Ozgurluk mahkumlari" bersîv dan polîsan. Polîsan êrîşî girseyê kir û 8 kes destgîr kirin.

Di nava dorpêçê de Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglu daxuyanî xwend û got: “Ev dorpêç û terora dewletê careke din da nîşandan ku; tecrîd pirsgirêkek bingehîn a vî welatî ye. Careke din da nîşandan ku; polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê ji bo vî welatî weke dorpêça polîsa dîsa divegere.”

Piştî axaftinan polîsan xwest êrîşî girseya ku dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirî, bikin. Bi ketina navberê ya Hevserokê Bajarê Stenbolê yê HDP’ê Erdal Avci çalakî bi dawî bû.