Polîsan êrîşî çalakiya li Caddeya Yukselê kirin
Çalakiya li Caddeya Yuksel a Enqereyê ‘Em karê xwe paş ve dixwazin’ îro jî domiya. Polîsan li vê derê 7 çalakvan binçav kir.
Çalakiya li Caddeya Yuksel a Enqereyê ‘Em karê xwe paş ve dixwazin’ îro jî domiya. Polîsan li vê derê 7 çalakvan binçav kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, di roja 269'an de ye. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 389 roj in, ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, polîsan ji wan re astengî derxist. Li ser vê çalakvanan li Kuçeya Konurê dirûşim berz kirin û xwestin Gulmen û Ozakça vegerin karê xwe. Polîsan êrîşê çalakvanan kir û 7 kes binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polîsan li çalakvanan da.
Aktîvîstê vîdeoyan Oktay Înce dema dixwest dîmenên binçavkirinê bikişîne, polîsan ew jî derb kir.