Polîsan êrîşî çalakiya dayikan a Esenyûrtê kirin: 16 kes destgîrkirin

Polîsên ku êrîşî çalakiya nobedê ya bi aramanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya Esentûrtê kirin, 16 kes destgîrkirin.

Çalakiya rûniştinê dayik û malbatên girtiyan a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de ne li Qada Esenyûrt a Stenbolê bê navber dewam dike.

Polîsên ku demeke kin bi westayîtên TOMA û zirxî dor li dayikên ku li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, girtin, nasnameyên dayikan ber bi sîstema Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.

Di dema kontrola GBT’ê de bê ku hişyariyek bikin polîsan êrîşî dayikan kirin, 16 kes destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Amîriya Polîsan a Kiraçê.