Polîsan êrîş kirin, akademîsyenan li ber xwe dan
Akademîsyenên ji kar hatin derxistin û mirovên piştgiriyê didin wan, li Enqereyê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîşî wan kirin. 5 akademîsyen bi lêdanê hatin binçavkirin.
Akademîsyenên ji kar hatin derxistin û mirovên piştgiriyê didin wan, li Enqereyê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîşî wan kirin. 5 akademîsyen bi lêdanê hatin binçavkirin.
Akademîsyenên bi biryarnameya Rewşa Awarte ya AKP/Qesrê ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê hatin derxistin, nekarî bikevin hundirê kampusê.
Akademîsyenan danê vê sibehê xwestin bikevin hundirê kampusê, lê polîsan li wan dan. Akademîsyen ji rêya xwe venegeriyan û careke din hewl dan bikevin hundirê kampusê. Lê polîsên Tirk careke din li pêşiya wan bûn asteng.
Xwendekar û akademîsyenên din jî li nava dibistanê sekinînin. Di vê kêliyê de amîrekî polîsan bi gotina "Sekna li wir hêsan e, eger ji we tê, derkevin derve" hewl dan xwendekaran û akademîsyenan provoke bike.
Polîsên Tirk gotin, bi fermana Wezareta Karên Hundir ew nahêlin akademîsyen bikevin hundirê kampusê.
'WÊ HESAB BIDIN'
Dekanê berê yê Fakulteya Zanistên Siyasî Prof. Dr. Yalçin Karatepe, ku polîsan li wî dan û ew avêtin derve, piştî vê lêdanê jî ket hundirê kampusê. Karatepe got, berpirsyar wê hesab bidin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî ji bo destekê bide akademîsyenan hat zanîngehê, lê polîsan êrîşî wî jî kirin.
Wênevan Mehmet Ozer jî di nav de, rojnamevan û kesên xwestin wêneyan bikişînin bûn hedefa êrîşa polîsan.
Akademîsyenan cibeyê xwe danîn ber fakulteya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dagirkirin.
5 ji akademîsyenên ku polîsan êrîşî wan kirin, hatin binçavkirin.