Polîsan êrîş bir ser girseya qetilkirina Elçî protesto dikir
Polîsan êrîş bir ser hêzên demokrasiyê, hiqûqnas û parlamenterên bi armanca qetilkirina Tahîr Elçî protesto bikin li Qada Galatasaray kom bûn.
Polîsan êrîş bir ser hêzên demokrasiyê, hiqûqnas û parlamenterên bi armanca qetilkirina Tahîr Elçî protesto bikin li Qada Galatasaray kom bûn.
Polîsan êrîş bir ser hêzên demokrasiyê, hiqûqnas û parlamenterên bi armanca qetilkirina Tahîr Elçî protesto bikin li Qada Galatasaray kom bûn. Hiqûqnasên heman wextî li Qada Galatasaray û hem jî ber bi qadê ve bi cupeyên xwe meşiyan rastî êrîşa polîsan a bi ava şid, bombeyên gazê, guleyên plastîk ên toz hatin.
Li hemberî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku bi hezaran kes herikîn Qada Galatasaray a Taksîmê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê, guleyên plastîk ên toz êrîşî parlamenter, hiqûqnas, hêzên demokratîk kirin. Di dema êrîşa polîsan de siyasetmedarê astengdar Mûsa Pîroglû li ser kursiyê xwe yê bi teker rastî ava bi şid hat.
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Ertûgrûl Kurkçu, Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglû, hevbevka HDK’ê Sebahat Tuncel, ji partiya EMEP Levent Tuzel, berdevka KJA Ayla Ata Akat jî di nav wan de gelek hiqûqnas li Qada Galatasaray ku kom bûn, hiqûqnasên Hasîp Kaplan, Eren Keskîn, Sînan Zîncîr, Zuleyha Gulum jî di nav wan de bi cupeyên xwe ji Baroya Stenbolê ber bi girseya li qadê kom bibû meşiyan. Di meşê de dirûşmên, “Em hemû Kurd in, em hemû Tahîr Elçî ne”, “Em hemû Tahîr in bi mirinê naqedin”, “Bijî berxwedana Kurdistan”, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “PKK gel e gel li vir e” hatin gotin. Polîsan bi awayekî hem wext êrîşî meşê û kesên li Qada Galatasaray kom bibûn kirin. Di dema êrîşa polîsan de siyasetmedarê astengdar Mûsa Pîroglû li ser kursiyê xwe yê bi teker rastî ava şid hat. Tevî êrîşa polîsan jî girseya Qada Galatasaray terk nekir, dirûşma, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” qîr kir. Di çalakiya protestoyî de ku Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî.
Kurkçu diyar kir ku li kolanan, li qadan li her cihî wê li hember faşîzmê mil bi mil bimeşin û heta qatilên Tahîr Elçî derkevin holê wê dest jê bernedin.
Li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Sînan Zîncîr jî got: “Em îro êşeke mezin dijîn. Dewleta Torosa Spî, dewleta kontrgerîla li paytexta Kurdistanê Amedê careke din xwe derxist holê.”
Piştî axaftinan girseya bi wêneyên Tahîr Elçî ber bi Tarlabaşi ve meşiya rastî êrîşa polîsan hat.